Derbarê HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:45 25 Kanûn 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” a HDP’ê derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 24’ê nîsanê de bi minasebeta komkujiya ermenan daxuyaniyek bi sernavê “Qirkirina Ermenan” dabû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarên endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê ji xala 301’an a ku bi salan e li serê nîqaş tên kirin, fezleke amade kir. 
  
Li gorî yasayê dema destûra vekirina lêpirsîna ji xala 301’an were dayîn wê derbarê 26 endamên MYK’a HDP’ê de bi hêceta “Biçûkxistina dewleta Komara Tirkiyê û miletê tirk” dê lêpirsîn were birêvebirin.