HDP êrişa li Şengalê şermezar kir

  • 12:00 8 Kanûn 2021
  • Ramyarî
ENQERE - HDP derbarê kuştina Merwan Bedel de daxuyaniyek da û got: "Dixwazin karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştî temam bikin.''
 
Hevberdevkên Karê Derve yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy derheqê kuştina Hevserokê Konseya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel, ku bi destê Tirkiyê hate kirin daxuyaniyek nivîskî belav kir. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Merwan Bedel li dijî êrişa qirker a li ser êzidiyan ji bo parastina gelê Şengalê gelek têkoşîn daye û têkilî kuştina Bedel wiha got: ''Ev êriş sûcê şer e û em şermezar dikin. Êrişên bi vî rengî yên li ser êzidiyan ku têne maneya domandina qirkirina ku DAIŞ'ê nekarî temam bike, binpêkirina mafê mirovan e, dermirovî û derexlaqî ye. 
 
Diyar e ku hin kes dixwazin karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştî temam bikin. Em aşkere dibêjin: Hikûmeta Tirkiyê ji civaka êzidî yê Şengalê çi dixwaze? Hûn bombekirina a mirovên sivîl, li gel zarokan, qetilkirina wan dikarin çawa vebêjin?"