‘Em tecrîdê qebûl nakin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’

  • 09:01 6 Kanûn 2021
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Siyasetmedaran diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
 
Ji sala 1999’an heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin û tevî serlêdanên parêzer û malbatê bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hevdîtin tê redkirin. Ev 8 meh in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş agahî nayê girtin.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di 30’ê mijdar û 2’yê kanûnê de li bajarê Strasbourg a Fransayê civiyan.  Di civînê de serlêdanên  Buroya Hiqûqê ya Asrin û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolîna Hİqûq û Civakê (TOHAV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ên li DMME’ê jî hatin nîqaşkirin.
 
Komîteyê piştî civînê biryarên xwe di 3’yê Kanûnê de aşkera kirin û der barê hejmara girtiyên muebetê de agahî hat xwestin. Komîteyê ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku herî dereng heta îlona 2022’yan agahî bidin wan.
 
Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Îzmîrê Fevziye Unal û endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayfer Demîrel der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Aborî ji şer re tê veqetandin’
 
Fevziye Unal da zanîn ku bi salane ji bo şer ji aboriyê parek mezin tê veqetandin û li Tirkiyeyê hilberîn û edelet tuneye û wiha got: “Li welat ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewldan tune. Êrişên nîjadperest, kuştina jinan, pêknehatine edeletê, van hemûyan civak xera kiriye. Desthilatdarî jî bi polîtîkayên şer hewl dide li ser piyan bisekine. Destilatdarî ji şer re budçeyê vediqetîne û pirsgirêkên civakî vedişêre.”
 
Divê bi muxataban re hevdîtin bê kirin
 
Fevziyeyê di berdewamiyê de ev tişt got: “Di esasa pirsgirêka kurd de pirsgirêka demokrasiyê heye. Divê alî muxatab bên girtin. Divê fikr û hewlwestên pêşengên civakê an jî partiyên siyasî baldar bên girtin û biçin riya çareseriya aştiyane. Heta ev nebe jî wê bandor li ser jiyan û aboriyê bike.”
 
‘Dixwazin Gelê Kurd bitirsînin’
 
Fevziyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî ji şer û neçareseriyê xwedî dibe û sedema astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî zexta li hember Gelê Kurd e. Fevziyeyê bi lêv kir ku binpêkirina mafan û pêknehatina qanûnan jî di heman demê ji bo tirsandina kurdan tên kirin”
 
‘Ji bo hevdîtin bên kirin çi ji destê me bê em dikin’
 
Ayfer Demîrel jî der barê mijarê de nirxandin kir û bi lêv ir ku pêknehatina hevdîtinan binpêkirineke maf a cidiye û parçeyeke polîtîkayên deshtilatdariyê ye. Ayferê wiha dirêjî dayê: “Ev jî teşeyê şer e.  Mafê kesekî ji dest girtin, tercîheke siyasî ya desthilatdariyê ye. Em polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Çi ji destê me bê em dikin. Desthilatdarî li dijî gel siyaseta bêmafiyê dimeşîne û mibaxin bi sernakeve. Ne tenê li ser Ocalan li ser her kesî tecrîd heye. Kî dengê xwe bike zextê dikin. Lê gel êdî li dijî vê bêdeng namîne.”
 
‘Divê hevdîtin bên kirin’
 
Ayferê di dawiyê de wiha vegot: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Ev jî pirsgirêka civakiye. Divê rêbazên hiqûqa gerdunî û maf pêk bên. Ev pirsgirêk hemû Tirkiyeyê eleqeder dike. Divê çareseriyek pêk bê. Budçeya gel ji şer re tê veqetandin. Her kes jî vê dibîne.”