Îlham Ehmed bi Lavrov re rûnişt

  • 10:34 24 Mijdar 2021
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hate cem hev.
 
Seroka Komîteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku serdana Moskovê kirî bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Wezareta Dewleta Rûsyayê Mîkhaîll Bogdanov re rûnişt.
 
Li gorî qenala televizyonê ya Rûsîa Today (RT) Wezareta Karê Derve di hevdînê de geşedanên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin. Her wiha hate diyarkirin ku di hevdîtinê de giringiya çareseriyê ya di çarçoweya biryara bi nimroya 2254'an a NY'ê hatiye destnîşankirin.
 
Wezaretê got, ''Me ragihand ku Rûsya ji bo krîza Sûriyê çareser bibe hazir e ku bi her cure berpirsyariyê rabe. Me careke destnîşan kir ku yekerebûna xaka Sûriyê demildest divê were bicihanîn.''