Ayşe Acar Başaran: Em ê dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin

  • 09:08 18 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku li Tirkiyeyê mêrek ji ber qetilkirina jinekê 30 sal ceza nagire, lê ji bo kesên ku têkoşîna mafên jinan didin jî 30 sal ceza tê dayîn û got: “Li Tirkiyeyê zemîna demokratîk tune û ji ber vê Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û gelek hevalên me girtîne."
 
Di 9 mehên salê de 253 jin hatin qetilkirin û 150 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî zêde bûn. Mînaka dawî jî bi biryarnameya serokomariyê feshkirina Peymana Stenbolê bû. Jinên li dijî feshkirina Peymana Stenbolê têkoşîn meşandin jî dîsa bûn hedefa serokomar Erdogan. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hember Jinê ya Navneteweyî, der barê kuştinên jinan, atmosfera siyasî û têkoşîna jinan de axivî.
 
‘Demek dirêje destkeftiyên jinan hedef tên girtin’
 
Ayşeyê balkişand ser hedefgirtina destkeftiyên jinan û da zanîn ku ev pêvajoyeke ku destkeftî hedef hatine girtinê bûye û wiha dirêjî dayê: “Ji 2016’an heta niha girêdayê guherîna rejîma Tirkiyeyê û mayîndebûna rejîma yekparêz, destkeftiyên jinan hedef dihatin girtin. Bêguman êrîşa dawî peymana Stenbolê. Ev pêvajo hema wisa carekê de nehat. Piştî hewldana darbeya 2016’an û OHAL’ê bi KHK’yan e dizanin ku pêvajoyek çawa hat meşandin. Bi KHK’yan der barê hemû destkeftiyên jinan de biryar hatin girtin. Qeyûm tayînê şaredariyan bûn. Bi qeyûman re saziyên jinan hatin girtin, yekîne û saziyên jinan hatin girtin.  Bi KHK’yan komeleyên jin û zarokan hatin girtin. Nîqaşa nefeqeyê carekê de hat rojevê. Qanûna înfazê hat meclîsê. Qanûna înfazê di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de hat îfadekirin.  Çete, mafya û kesên li dijî zarokan sûc kiribûn hatin berdan.”
 
‘Hedefa dawî Peymana Stenbolê bû’
 
Ayşeyê wiha dirêjî dayê: “Mêr derketin. Ji nûve sûc kirin.  Ji nûve jin qetil kirin. Di qanûna ceza de sûcê li dijî jinan wek ‘taybet’ nehat sererastkirin. Ev kes hatin berdan. Înfaz hatin taloqkirin û jin hedef girtin girtin. Hewl dan di vê qanûnê de sererastkirina ‘îstîsmarê’ derbas bikin. Di temenê biçûk de di bin navê zewacê de destkeftî hedef hating irtin. Pêngava dawî jî Peymana Stenbolê bû. Peymanê jin diparastin.  Belkî rêjeya sûc kêm nedikir lê hêmayek zextê ya navneteweyî bû.”
 
‘Der barê jinan de sererastkirinek tune’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku li meclîsê der barê jinan de sererastkirinek nû tune û wiha pê de çû: “Li hevdîtinên butçeyê de  ji bo jinan tiştek tune. Jin di wezareta malbatê de hatine tengezarkirin. Der barê piştgiriya jinan de, aktîvîteyên çandî, siyasî de butçeyek tune. Butçeyeke ku şer giran dike heye.”
 
Ayşeyê balkişand ser nêzîkatiya mêran a  li hember jinan û ev tişt daxuyand: “Her tim ne bi siyaset, bi hêza fîzîkî nêzîkatiya çareserkirinê heye. Di vê demê de me dît ku mîlîtarîzm û zayendperestî ji hev qût nîne.  Her ku şer giran dibe, mîlîtarîzm xwe rêxistin bike, zayendperestî xwe rêxistin dike. Di komên berdevkiya vê dikin hene. Dema ev dibe jin jî dibe hedefek mezin. Bi salan fikra ava dibe eve; Jin ji bo min, ji min re xizmetê bike û li zarokan binêre. Erdogan jî îro vê dibêje. Jiyanek din pêşniyar nake. Ji zîhniyetek wisa jî bendewariya me tune. Li dijî vê zîhniyetê em wek jin dertên.  Klasîka desthilatdariyê ev e.  Rêbaza çareseriya wan şîdete.”
 
‘Li gorî usulê neanîn meclîsê’
 
Ayşeyê balkişand ser peymana Stenbolê û ev tişt daxuyand: “Peymana Stenbolê li gorî usulê neanîn meclîsê û  Erdogan di şevekê de vekişand û sedema vê heye. Destehilatdarî û hevkarê wê jî di vê mijarê de nebûn hevpar.  Di alî jinan de refleksek hat dayîn lê ev têr nake. Têr bikira wê Peymana Stenbolê jî di fermiyetê de pêk bihata. Tenê têkoşîna li meclîsê jî têr nake. Têkoşîna li kolanê tê dayîn û refleksa hevpar a tevgerê jinan dikaribû pêvajo biguherta. Ji bo Peymana Stenbolê şûnde bê û pêk bê em ê têbikoşin.”
 
‘Zemîna demokratîk tune’
 
Ayşeyê der barê bandora şîdeta mêr ya li ser siyasetê  jî ev nêrîn anî ziman: “Li Tirkiyeyê zemîna demokratîk tune. Jinên têkoşîn didan niha girtîne. Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û gelek hevalên me yên jin ji ber vê sedemê girtîne. Ji ber zemîna demokratîk tune, desthilatdarî alternatîfa xwe bi çoyê darazê ji holê radike. Tayînkirina qeyûman û darizandina pergala hevserokatiyê jî yek ji mînakên vê ye. Hevalên me li girtîgehan berxwedana xwe didomînin. Ji ber bi tecrubeyên dîrokî vê dizanin; jin wek pîrebok hatin şewitandin. Berbi 25’ê Mijdarê çîroka sê jinan, bi çîroka jinên niha re ne cudaye.”
 
‘Cezayên hatine dayîn ji hev ne qûtin’
 
Ayşeyê di mijara cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn jî wiha bertek nîşan da: “Ayşe Gokkan jine, hatiye hilbijartin û xwedî nasnameya jina Kurd e. Em li erdnîgariyeke ku bi hezar salane hatiye redkirinê dijîn. Jin bi hezaran salane tune tên hesibandin. Kurd jî bi sedsalane li ser vê axê tune tên hesibandin. Her tim koletî li Kurdan rewa dîtin. Ayşe Gokkan ku hedef hat girtin. Desthilatdarî vê dizane; Jinên Kurd tenê bi dewlet û pergalê re tênekoşiya. Bi hevalên xwe re jî têdikoşiyan. Ji ser hemû pergala feodal xwe ji nû ve veguhert. Rojava mînaka vê modelê ye. Hedefgirtina TJA’ê jî ji ber vê ye. Vê baş dizanin, têkoşîna azadiya jinan veguherînê diafirîne û dixwazin vê bifetisînin. Ji bo Ayşe Gokkan 30 sal ceza û ji bo Çîlem Dogan 15 sal ceza. Ev ji hev ne qût in. Ev zîhniyet vê li jinan rewa dibîne. Hedef girtina Denîz Poyraz jî ne tesaduf bû.”
 
Ayşeyê der barê 25’ê Mijdarê de jî wiha daxuyand: “Îsal hemû sal wek 25’ê Mijdarê hat dîtin. Têkoşîn hat meşandin. Her roj jin hatin qetilkirin.  Bi dehan jin hatin tacîzkirin û  nîşan dan ku divê her roj têkoşîn bê dayîn. Ji 14’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê em ê pêvajoyê bi awayekî herî xurt bimeşînin. Em divê li dijî şîdet û xizaniyê têbikoşin.  Em ê 18’ê Mijdarê li Îzmîr, 20’ê mehê li Colemêrgê bin. 25’ê Mijdarê jin li kolananê ne.  Em ne tenê 25’ê Mijdarê de,  ji bo her roj têkoşîn bê dayîn em nîqaşan dimeşînin.”