Rêveberiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Amedê diyar bû

  • 15:10 14 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
AMED - HDP'ê di 3'Yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ku bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî tecrîdê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" li dar xist,  rêveberiya xwe ya Amedê diyar kir
 
3'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî tecrîdê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" li eywaneke dawetê li navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin. HDP'ê Rêveberiya xwe ya Bajarê Amedê diyar kir.
 
Ji bo Hevserokatiya nû ya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy Tekdemîr û Zeyyat Ceylan hatin bijartin.
 
Her wiha cara yekemîn di rêveberiya resen de hêjmara jin û mêran wekhev bû.
 
Kongre bi pîrozkiririna rêveberiya nû û gerandina govendê bidawî bû.