Li kongreya HDP'ê bertek li dijî çekên kîmyewî hat nîşandan

  • 14:36 14 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari ya li Kongreya HDP'ê ya Sariçamê axivî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê da û got ew ê li dijî vê yekê têbikoşin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  navçeya Sariçamê, Kongreya Asayî ya 4'emîn li avahiya partiya xwe pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, BDP û EMEP'ê tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. 
 
'Dê nikaribin partiyê bigirin'
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser doza Kobanê û wiha got:"Bi vekirina dozên girtina partiyê dê nikaribin partiyê bigirin. Nikarin HDP'ê bigirin. Her ku qeyrana aborî kûr dibe, gel bêtir xizan dibe. Gel nikare debara xwe bike. Ev xizanî dê dawî li îqtidara AKP'ê bîne."
 
'Em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin'
 
Tulayê, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî jî da û wiha axivî:"Îqtîdar bi polîtikayên şer li ser piyan e. Îqtîdar li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin."
 
Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê ya navçeya Sariçamê Ozlem Kurt û Bedrettin Kaya hatin hilbijartin.