Kongreya HDP'ê ya Amedê bi coş dest pê kir

  • 13:12 14 Mijdar 2021
  • Ramyarî
AMED - 3'Yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ku bi şîara "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî tecrîdê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" dest pê kir.
 
3'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi şîara "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî tecrîdê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" li saloneke navçeya Kayapinarê dest pê kir.
 
"Hevserokatî xeta me ya binefşî ye", "Faşîzm wê winda bike, gel wê bi ser bikeve", "Ji bo azadiyê HDP", "Ji bo azadiyê bijî HDP", "Li dijî polîtîkayên şer û rantê em cewher û qadên xwe yên jiyanê diparêzin." Pankartên “ Ji bo çareseriya demokratîk Bijî HDP”, “Em butçeya jinan li dijî butçeya qesrê diparêzin”, “Têkoşîna jinê li her derê ye”, “Em bi ruhê ciwanên şoreşger tecrîdê dişkînin”, “Ji tecrîdê re na, ji girtîgehan re azadî” hatin daliqandin.
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Berdevka HDP'ê. Ebru Gunay, Parlamentera HDP’ê ya Amedê, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, nûnerên partiyên Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), CHP û Partiya Pêşerojê nûnerên Saziyên sivîl ên Amedê, Platforma Zimanê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) û Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê jî tevli kongreyê bûn. 
 
Bernameya kongreyê bi coş dest pê kir û wê bi hilbijartina dîwanê, deqîqeyek rêzgirtinê, axaftina Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevseroka ESP'ê Beycan Taşkiran, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, xwendina rapora salekê, xwendina rapora malî û daxwazan berdewam bike. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Berdevka HDP'ê. Ebru Gunay, Parlamentera HDP’ê ya Amedê, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, nûnerên partiyên Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), CHP û Partiya Pêşerojê nûnerên Saziyên sivîl ên Amedê, Platforma Zimanê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) û Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê jî tevli kongreyê bûn.
 
‘Siyaseta şer û qirêj didin meşandin’
 
Di destpêkê de Hevserokê HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan axivî. Zeyad di serî di kesayeta hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulye Alokmen de hemu girtiyên siyasî slav kirin û wiha bahsa pêvajoyê kir: "Wekî girtina rêhevalên me dixwazin partiya me jî bigirin. Hertim siyaseta şer û qirêj didin meşandin. Ev siyaset ji êrişa li ser ziman, çand, tayînkirina qayûman, xaspkirina vîna gelan e, êrişên nîjadperestî û zayendî ne. Lewra ya ku çareseriyê bîne çareseriya demokratîk e. Em ê li dijî siyaseta şer timî siyaseta demokrasî û aşitiyê bidin meşandin. Em ê di xeta xwe de jî rûxmê hemu gefan bi israr bin."
 
Piştî axaftina Zeyyat, peyama ji hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen hatiye jì di kongre de hate xwendin. Peyama Hevseroka HDP'ê wiha ye: " Ji bo ku ez ne di navbera we de me xemgînim. Lê belê em bi hêvî û şans in. Ji ber ku em dizanin wê ruxmê girtin, gef û êrişan jin pêşengiya doza me ya mafdar bikin. Em ê bi ser bikevin. Ez serkeftinê ji hemû rêhevalên xwe yên ku di dema nû de di rêveberiyê de cih bigirin re dixwazim. Ji bo mim cihê şanaziyê bu ku min di rêveberiya Amedê de cih girt. Amed ji min re evînek e û ez bawerim ku hunê serkeftinên mezin bidest bixin."
 
‘Pergala Rojava hêvî dide’
 
Hevseroka ESP’ê Beycan Taşkiran jî axivî û destnîşan kir ku dem dema hevgirtin û hilwêşandina faşîzmê ye û wiha axivî: “Em ji pêvajoyek dijwar derbas dibin. Çawa ku di 7’e Hezîranê de bi ser neketin û pêvajoyek nû dest pê kir. Ew ê niha jî di serdema nû de pêvajoyek nû dest pê bike. Em dizanin ku pergala Rojava hêviyê dide. Pêşeroja me ne rejîma desthîlatdariya AKP-MHP’ê ya rizandî ye. Pêşeroja me pergala Rojavayê ye. Li dijî kaosê em rêya sêyemîn esas digirin. HDP partiya gel û hêviyê dide gel e. Lewra doza girtina HDP’ê hate vekirin û zextên li ser her ku diçe zêeitr dibin. Rêhavalên me nîşanê me didin. Dem dema yekitiyê dem dema hilwêşandina faşîzmê ye. Em rêveberiya HDP ê pîeroz dikin û em ê hertim li gel wan bibin.”
 
Nameya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û girtî ye hate xwendin. Di nameye de wiha hate gotin: “Bi binçavkirin û girtinan sîyaseta demokratîk tê xwestin bê astengkrin. Gelê Amedê tevî van zext û polîtîkayên bişaftinê xwe prasatina xwe dike. Em gelê Amedê ji qirînên azadiyê nas dikin. Em gelê Amedê ji berxwedana Kemal Pîran dizanin. Ji kevneşopiya berxwedana hatine. Hevalên ji bo rêveberiya serdema nû pîroz dikim û serkeftinê dixwazin.”
 
‘Ji bo kurdan yekitî hewce ye’
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha axivî: “Sîyaseta Kurd û partiyên kurd ji pêşerjek dijwar derbas dibin. Îro desthîlatdariya AKP û MHPê ya çokdanînê hatiye têk birin. Wê kurd serî ji wan polîtîkayan re netewînin û li ber xwe bidin. Deklarasyona HDP'ê ji bo bersivandana vê pêvajoyê girîng e. Em bang dikin ku tenê di wextê hİilbijartinan îtîfaq nabe. Pirgirêkên Gelê Kurdîstanê dijîn hene. Dêvê yekitiya netewî ya kurdan bê kirin. Tevî kaos û wan pirsgirêkan navnîşan gelê kurd û siyaseta kurd e.”
 
‘Gelê kurd wê pêrojeyên xwe biguherînin’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di axafina xwe de diyar kir ku Gelê Kurd di daxwaza xwe de jî têkoşîn û berxwedana xwe de jî hertim peyama xwe daye. Berdan, wiha axivî: “Em dizanin ku Gelê Kurd wê pêşeroja gelan biguherîne. Berxwedan û sekna Gelê Kurd roj bi roj xurttir dibe. Ev  7 sal in plana çokdanînê dane pêşiya xwe ku me biqedînin. Lê bele ji vê polîtîkayê encam negirtin û beravajî wê têkçûyîna xwe amade kirin. Gelê Kurd doza mafê xwe dike û ji bo ziman û têkoşîna xwe jî mafdar e. Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî dagir kirin niha jî li başûrê Kurdîstanê dixwazin roj bi roj dagirkirina xwe bidomînin. Bi gelek berdelên giran ew destkeftiyên kurdan hatin wergirtin û niha kurd wê deskeftiyên xwe nedin deste dijmin. Emr ê pergala we di 8 salan de hate qedandin. Îro paradigmaya birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên hemû Rojhîlata Navîn bûye hêviyek . Wî tiştî êdî bibînin û divê ji ber van sedeman bi birêz Ocalan re rêya dîyalogê bê vekirin.”