Partiyên sosyalîst yên çep: Beyî HDP’ê tifaq nabe

  • 09:04 13 Mijdar 2021
  • Ramyarî
Marta Somek
 
STENBOL- Partiyên sosyalîst ên çep ku HDP di çarçoveya deklerasyonê de çû serdana wan, diyar kirin ku AKP-MHP hatine  asta têkçûnê û ji vir şûnde gavên bên avêtin girîng in û gotin: “Em deklerasyonê ne tenê bi HDP’ê di bin berpirsyariyariya çepa Tirkiyeyê de jî dinirxînin. Hewcedariya me bi pratîkek mezin ya terza xebatê ya pêşiya gel vedike heye.“
 
HDP’ê di 27’ê îlonê de deklerasyona bi navê ‘Banga ji bo demokrasî, edelet û aştiyê’ ya ji 11 xalî pêk tê weşand û di çarçoveya kampanyayê de lingekî hevdîtinê di 22-23’ê cotmehê de li Stenbolê pêk hat. Di çarçoveya deklerasyonê de HDP ya bi partiyên sosyalîst re hevdîtin kir pêşniyar û daxwazên partiyiyan guhdar kirin.
 
Di hevdîtinên hatin kirin de pêşniyar û daxwaz, nêzîkatiyên partiyiyan yên di hilbijartinên serokomariyê de û tifaqa bi HDP’ê re dikare bê avakirin hat axaftin.
 
‘Hevdîtinek girîng bû’
 
Hevberdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman da zanîn ku der barê ku têkoşînek çawa bidin meşandin de nîqaş meşandine û got: “Dostên me yên HDP’î piştî deklerasyonê hatin gel me û em axivîn. Bêguman xalên di deklerasyonê de hemû gelan dihewînin nav xwe. Li dijî van pirsgirêkan afirandina qadên têkoşînê gelek girîginr. Ji ber vê jî bi HDP’ê re nîqaşkirina van girîng bû.”
 
‘Xal derdê hevpar yê me hemûyan e’
 
Ozgeyê bi lêv kir ku di xalên deklerasyonê de ji bo pirsgirêk bên çareserkirin, hewce bi zemînek hevpar ya têkoşînê dibîne û ev tişt bi lêv kir: “Li Tirkiyeyê di rewşa heyî de çûyîna AKP’ê tê axaftin. Me jî nirxandinên wekê li dijî vê divê sekna me çawa be, xetek têkoşînê ya çawa divê bê avakirin, nirxand. Rêjeya dengên AKP-MHP’ê ketiye. Ev rastiyeke ku AKP-MHP hatiye dawiyê.  Kapasîteya wan ya bibin desthilatdar nemaye. Ev rastiyeke ber bi çûyînê ve diçin lê ev nayê wateya ku di hilbijartinek din de emê ji AKP’ê xilas bibin.”
 
‘Zemîneke pêşiya demokrasiyê veke divê’
 
Ozgeyê destnîşan kir ku hedefa herî mezin ji AKP’ê xilas bûne û wiha dawî lê anî: “Divê wek AKP-MHP’ê  bi tifaqekek wek wan nebe. Divê  hemû pirsgirêk bi lezgîn bên axaftin û zemîneke pêşiya demokrasiyê vedike bê vekirin. Hevdîtina bi HDP’ê re jî di vî alî de girîng bû.”
 
‘Deklerasyon girîng e’
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogullari da zanîn ku bi HDP’ê re hevdîtinek girîng pêk anîne û tifaqa wan bi HDP’ê re kiriye jî wek tifaqeq stratejîk dibînin. Pelînê wiha dirêjî dayê: “Li dijî krîza serdestan, bindest di zemînên cuda û li gorî hewcedariyan li ber xwe didin û xeta têkoşînê dihûnin.  Deklerasyona HDP’ê gelek girîng e. Gelê Kurd pêşengiya berxwedanan dike. Li aliyê din li gelek bajarên Tirkiyeyê, hevalên me yên ji beşên kar yên cuda li ber xwe didin. Tevî OHAL’ê jî kolan terk nekirin. Li aliyê din berxwedana Bogazîçî.  Deklerasyona HDP’ê di asta ku ji van re bibe bersiv de hatiye amadekirin. me di hevdîtinan de atmosfera Tirkiyeyê nirxand. Der barê pergala bacê de pêşniyar hat kirin. Di xala deklerasyonê de di nokteya ku hinek maf bê pere bila bên dayîn de,  nîqaş hatin kirin. Me got divê baca serwetê bê dest girtin.  Em têkoşîna ku HDP’ê bi gel û baweriyan re dimeşînin girîng dibînin û di pratîkÊ de jî em ligel hev in. Ji bir şûnde em ê hevdîtinan zêde bikin.”
 
‘Pêngavên faşîzmê hîna di dewrê de ne’
 
Pelînê der barê hilbijartinên serokomariyê de jî wiha got: “Lingê girîng ê pêvajoya mayîndekirina faşîzmê,  tifaqa sermaye û dewletê ava kiriye. Ji ber vê girînge ku di hilbijartinan de Erdogan şûnde bê xistin û mixabin nêrîn tenê têr nake. Hewce bi seknek xurt heye.  Îyî Partî û CHP bi hewldanên xwe pêşî li vê digrin. Mixabin pêngava faşîzmê hîna di dewrê deye. Gel demek dirêje bendek ava kiriye.  Li gorî me ev bend bersivek girîng ya ji bo krîza AKP’ê ye.  Benda gel ji bo krîza AKP’ê bersivek girîng e. Em bang li hemû  aliyan dikin ku bên gel hev û xwe rêxistin bikin. Ne tenê HDP, deklerasyon di bin berpirsyariya çepa Tirk de ye. Hewce bi  terza xebateke ku pêşiya gel vedike heye.
 
‘Hevdîtin erênî derbas bû’
 
Endama Komîteya Navenda Berpirs ya Buroya Jinan a Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sevgî Gulmez da zanîn ku deklerasyon bi HDP’ê re di hevditinê de axivîne û  dîtine ku gelek xalên ku li ser hevparin hene û  wiha dirêjî dayê: “Hevdîtin erênî derbas bûn.  Yek ji pêşniyar û daxwazan ev e ku rejîma AKP-Qesrê demildest ji holê rabe û ji bo hilbijartinen nû jî divê deqeyek derbas nebe. Yek ji mijara din a girîng ev bû ku piştî AKP’ê bi awayekî edelet hesabdayîn bê kirin û lêgerîna mafên gel bê kirin. Astek din jî rizgariya ji AKP’ê ye. Desthilatdariyê welat di her alî de kiriye kavil û çavkanî tune kirine.
 
‘Bi tunekirina keda Kurdan aştî nikare pêk bê’
 
Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku beyî HDP’ê nikare tifaq pêk bê û balkişand ser têkoşînek hevpar û got: “Beyî HDP’ê tifaq û lêgerîna siyasetê nabe. Ji xwe tifaqa Mîllet û Cumhur nêzî tiştekî wisa nabin. Divê em rêxistinên sosyalîst çep bi HDP’ê re rê vebikin û di wê riyê de bimeşin. Em dixwazin bi hev re di vê riyê de bimeşin. Em têkoşîna ji bo maf û gelan girîng dibînin.”