Ji bo kongreya HDP'ê ya Amedê bang: Em ê ji pêvajoyê re bibin bersiv

  • 09:05 12 Mijdar 2021
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
AMED - Rexistina  HDP’ê ya Amedê dê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma  “Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî  tecrîdê  bişkênin, demokrasiyêk azad  ava bikin”  pêk bîne. Jinên sîyasetmedar diyar kirin ku hevdîtinên ji bo kongreyê moral û motîvasyonek baş didin û destnîşan kirin ku ew ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî di serdema nû de ji pêvajoyê re bibin bersîv.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Amedê wê di 14 Mijdarê de 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşmeya “ Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê  bişkênin, demokrasiyêk azad  ava bikin” pêk bîne. Têkildarî kongreyê jinên sîyasetmedar axivin.
 
Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku xebatên kongreyê didomin û di çarçoveya xebatan de ew rêveberiyek xurt armanc dikin. Belgîn, wiha axivî: “Me starta xebatên xwe yên ji bo kongreye di 25'ê Îlonê de da û ji wê rojê şûnde em xebatên xwe bênavber berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên kongreyê de bi saziyên sivîl û bi gel re hevdîtin tên kirin.  Hem ji aliyên giştî ve û him jî bi taybetî xebatên me yên ji bo jinan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de  Serdanên navçe û taxan tên kirin. Bi gel re,  bi jinan re hevdîtin hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Li gorî pêşniyaran wê rêveberiyek xurt bê avakirin.”
 
‘Jin bi hêzeke têkoşer tevlî xebatan dibin’
 
Belgînê bal kişand ser liv û tevgera jinan û diyar kir ku di hêla jinan de ji bo xebatên kongreyê xwedîderketinek heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi nêzî 150 jinan re em bi awayekî resen xebitîn. Di wan hevdîtinan de bi teybet li ser mijarên tecrîd, têkoşîna jinan û li ser mafên jinan em sekinîn. Her wiha li ser ekolojiyê jî nirxandin hatin kirin û gelek fikr û nerînên erenî derketin holê. Di van xebatan de xwedî derketinek bi wate pêk hat. Vê jî nîşan da ku bi vê piştgîrêye xebatên me wê bi hêz berdewam bike.”
 
Belgînê di dawiya axaftina xwe got: “Em ji bo xwedîderketina têkoşîna gelan bang li nîştecîhên Amedê dikin ku bi tevlîbûneke xurt beşdarî kongreya HDP'ê ya wê di 14 Mijdarê de li Kaplan Cityê bê lidarxistin bibin.”
 
‘Hevdîtînên me moral û motîvasyonek baş dan’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDPê Yasemîn Uçar jî axivî û destnîşan kir ku ew ê li gorî daxwaz û hêvîya gelê Amedê kongreya xwe pêk bînin û got: “ HDP'ê deklarasyona xwe ya ku ji 11 xalan pêk dihat aşkere kribû. Di vê çarçovayê de ji bo ku em vê fikra deklarasyonê bidin xurtkirin em vê kongreyê pêk tînin. Di heman demê de armancek me ya din jî şikandina tecrîda li ser gelan e. Ji ber ku tê dîtin ku tecrîda li ser gelan her ku diçe kûrtir dibe û di hemû qadên jiyanê de xwe dide nîşandan. Xebatên me yên ji bo kongreyê berdewam dikin.. Me hem bi gel re civîn li dar xistin û hem sî me bi saziyên civak sivlî re hevdîtin kirin.  Ev kongre di esasê xwe de xwedîtina gel e. Di vê çarçoveyê de em bi nêzî 400 kesan re hevdîtin kir û di her beşekê de pêşnîyarek ji bo namzetên rêveberiyê hate nîşandan. Em ê jî di vê çarçoveyê de li gorî daxwaza gelê Amedê rêveberên xwe bibijêrin û rêveberiyek xurttir ava bikin.”
 
‘Em ê ji pêvajoyê re bibin bersîv’
 
Yasemînê anî ziman ku wê gelê Amedê bi hêza xwe ya têkoşer beşdarî kongreye bibe û ev tişt got: “Wekî tê zanîn sîyasetek me ya kevnar û mîrateyek me ya têkoşînê heye. Em dixwazin vê pêş bixin û bi piştgiriya gel ji pêvajoyê re bikaribin bibin bersîv. Lewra di 14 ê Mijdarê de bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlementerên me û bi delegeyên me li Kaplan Ctyê kongereya xwe pêk bînin.  Wê rojê em li bendê ne ku gelê me tevlibûneke xurt nîşan bide û  bi hêza xwe ya rêxistinkirî serdemeke nû bê destpêkirin.”