‘Ji bo çekên kîmyewî divê Dîwana Edeletê ya Lahey bikeve dewrê’

  • 09:12 10 Mijdar 2021
  • Ramyarî
Dilan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, der barê ku Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye de axivî û got divê heyetek ji Tirkiyeyê serbixwe biçe û mijarê di cih de lêkolîn bike, an jî wê rayedarên dewletê nikaribin berpirsiyariyê rabikin. Tulayê got divê Dîwana Edeletê ya Lahey demildest bikeve dewrê.
 
Di 26’ê cotmehê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de pevajoya tezkereya der barê Iraq û Sûriyeyê de bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî du salan hat dirêjkirin. Tirkiyeyê ku navber neda êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 23’yê Nîsanê ve heta niha êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê jî didome. Herî dawî hatibû diyarkirin ku Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye û sûcê şer kiribû.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, der barê du sal dirêjkirina pêvajoya tezkereyê û bikaranîna çekên kîmyewî de nirxandin kir.
 
‘Ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike tezkereyê bi kar tîne’
 
Tulayê da zanîn ku rewşeke ku Tirkiye leşkerên xwe li dersînor bi cih bike tune ye û der barê mijarê de rexneyên mezin hene û got: “HDP’ê heta niha ji hemû tezkereyan re got na. Ev tezkere ji yên din cudatir e. Ji ber rewşa Sûriyeyê, pêşketin û pozîsyonê divê em tezkereyê cuda binirxînin. Ev rewş naşibe rewşeke ku 50 leşkerî dişînin welatê din. Divê ev di alî muxalefetê de cuda bê nîqaşkirin. Gelo ji vê tezkereyê hêvî çibû; Tezkere di rewşên normal de 12 mehan tên dirêjkirin lê ev 24 mehan hat dirêjkirin. AKP ji bo deshtilatdariya xwe mayinde bike wê tezkereyê bikar bîne.”
 
‘Şerê hewldana mayina li desthildatdariyê’
 
Tulayê bi lêv kir ku TSK demek dirêj e bi sedemên cuda dikeve axa Sûriyeyê, li Efrin û gelek herêmê mayîn bi cih dibe û bi hezaran leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hene. Tulayê wiha anî ziman: “Ligel TSK’ê, OSO û komên wek Tahlîl Urşan jî li Sûriyeyê cih digirin. Tirkiye bi van rêxistinan re têkiliyên xwe raste rast dimeşîne û operasyonên leşkerî dike. Van operasyonan jî bi giranî li hember kurdan dikin. Di dagikirina Efrînê de gelek sivîl neçar man bajar terk bikin û çete û hêzên çekdarî li wan deran bi cih kirin. Dixwazin vê bidomînin. Yek ji nokteya din a em li dijî wê dertên ev e. Em dibêjin ku bila pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û tevlî karên welatên din nebin. Bêguman her kes wek HDP’ê nafikire. Di serî de CHP, îyî Partî û aliyên din ên muxalefet divê  bêjin şerê li Sûriyeyê ne şerê me ye.”
 
‘Kurdan xetere dibînin’
 
Tulayê destnîşan kir ku Tirkiye pirsgirêka kurd wek tehdîd dibîne û ev nirxandin kir: “Pirsgirêka kurd ne tehdîd e. Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Daxwazên Kurdan ne daxwazên mezin in. Ev maf mafên welatekî demokratîk e. 10 km sînorê Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re heye.  Beriya şerê Sûriyeyê dest pê bike ev sînor  di alî kurdan de wek xetere dihat dîtin. Niha desthilatdarî dibêje ku; Rêxistinên cuda li vir çêbûne, ji bo Tirkiyeyê bi xeter e. Desthilatdariyê piştgirî nedaba wan rêxistinan îro wê şerê Sûriyeyê ji qedyaba.”
 
‘Ji Tirkiyeyê li hember Sûriyeyê ji 3 hezar û 600’î zêdetir êrîş pêk hatin’
 
Her wiha Tulayê anî ziman ku ji sînorê Tirkiyeyê li hember sînorê Sûriyeyê ji hezar û 600’î zêdetir êrîş pêk hatine û ji Sûriyeyê jî li hember Tirkiyeyê 30 êrîş pêk hatine û 12 heb ji van nayên zanîn ji ku hatine. Tulayê got: “Ji bo hawira aştiyê li Tirkiyeyê çêbibe divê şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe. Di serî de pirsgirêka kurd divê bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Li Sûriyeyê têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê heye. Rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin û pergala xwe ava kirin. Xwegîhandineke statuyê wê Tirkiyeyê jî rehet bike. Lê deshtilatdariya heyî ji bo mafê kurdan neyê dayin her tiştî dike.”
 
‘Divê Dîwana Edeletê ya Lahey bikeve dewrê’
 
Tulayê di dawiya axafatina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêma Federal a Kurdistanê hatiye bikaranîn û wiha dawî lê anî: “Me wek HDP'ê di vê mijare de pêşnûme da meclîsê. Lêkolîna heyeteke bê alî girîng e. Divê  Dîwana Edeletê ya Lahey û Rêxistina QEdexekirina Çekên Kîmyewî di vê mijarê de bikeve dewrê. Der barê vê de li Ewropayê çalakiyên cur bi cur pêk tên. Der barê Tirkiyeyê de idiayek heye. Desthilatdarî her rêbazê bi kar tîne. Li Serêkaniyê ji depoya avê 400 hezar sivîl fêdeyê digirin. Piştî TSK ket Serêkaniyê ew îstasyonê kontrol dikin û avê dibirin. Ev pirsgirêkek mirovahiyê û şer e. Ger ku îdiayek der barê Tirkiyeyê de hebe, ev jî wê pêşiya îlankirina sûcê şer a navneteweyî vebike. Divê demildest ev îdia bên lêkolînkirin. Ji bo vê divê her kes destê xwe bike bin kevir.”