Sûcên li dijî jinên Efrînê di rojeva meclîsê de ye

  • 12:08 9 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Feleknas Uca ya HDP'yî sûcên komên bi çek ên TSK piştgiriyê didin wan di rojeva meclîsê de anî ziman. Felekê bi pêşnûmepirsa da de bi lêv kir ku li Efrînê ji 2018'an vir ve 84 jin hatine qetilkirin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê her cure sûcên şer li dijî gelan û bi taybet jinan wekî îşkence, revandin, tecawiz û qirkirina etnîkî didomîne. Parlamentera HDP'yê ya Êlihê Feleknas Uca, ji bo ku sûcên şer ên di raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de werin lêkolînkirin, pêşnûmepirsek pêşkêşî parlamentoyê kir.  
 
Di pêşnûmepirsê de wiha hat gotin:"Piştî êrişên artêşa tirk û komên çekdar ên ku piştgiriya wan dike di 20'ê Çileya 2018'an de dest pê kir, her roj li trajediyên mirovahiyê li kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 18'ê Adarê de ket bin kontrola komên çekdar, zêde dibin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha li bajêr ku veguheriye navenda talan, xespkirin, destavêtin û paqijiya etnîk, zêdetirî hezar jin hatine revandin. Çarenûsa piraniya jinên hatine revandin ne diyar e. Li gorî saziyên sivîl ên Efrînê di navbera 18'ê Adara 2018 û 25'ê Cotmeha 2021'an de li bajêr 84 jin hatine qetilkirin. Ji wan jinan 6 kesan dawî li jiyana xwe aniye, li dijî 71 jinan jî êrişên zayendî pêk hatine. Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku êrişên li dijî Efrînê ji aliyê artêşa tirk û komên destekê didin wan ve li dijî jinan dewam dikin û ji roja destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ve sûcên şer bê navber dewam dikin
 
Ji bo bersivandinê ev pirsana ji Wezareta Karê Derve hat pirskirin:
 
"*Ji 2018'an ve li Efrînê jin hatin revandin û windakirin. Çarenûsa jinên ku bi destê komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hatine zindanîkirin, çi ne?
 
*Polîtîkayeke we ya ji bo pêşîgirtina li qetilkirina jinan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Efrînê heye?
 
* Ji bo peydakirin û vegerandina jin û keçên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin, hûn tiştekî dikin?
 
*Li ser sûcên li dijî jinan û sûcên şer ên zêdetirî 3 sal in dewam dikin û di raporên navneteweyî de jî cih digirin, lêpirsîneke bibandor tê meşandin? Li hemberî berpirsyaran tu gaveke hiqûqî hatiye avêtin? Heke nehatibe kirin, sedem çi ye? Tu xebatek dê bê kirin?
 
*Têkildarî darizandina kesên ku li Efrînê sûcên wekî talan, revandin û îşkenceyê dikin, xebateke we heye?"