Ayşe Acar Başaran: Jin li hemberî we serî natewînin

  • 13:28 5 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
ENQER - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser mijarên di rojevê de nirxandin kir û got, "Em careke din dubare dikin; ne dozên we yên qirkirina siyasî, ne jî hewldanên we yên darbeya siyasî wê bi HDP'iyan, kurdan û bi jinan gavê paşve nede avêtin. Kurd li hemberî we serî natewînin, jin li heberî wê serî natewînin; wê ev jî ji bo we bibe derd."
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, di civîna çapemeniyê ku li avahiya giştî ya partiya xwe li dar xist de li ser mijarên di rojevê de nirxandin kir.
 
'Kobanê ji cîhanê re bûye mînak'
 
Ayşe di destpêka axaftina xwe de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir, got ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat xwestin Kobanê bê dagirkirin lê jinan bi têkoşîna xwe destûr neda vê û Kobanê azad kirin. Ayşe wiha berdewam kir: "Niha li Kobanê modeleke jiyanê ya nû tê avakirin û ji hemû cîhanê re bûye mînak. Ji vir careke din di serî de jinên Kobanê, ez hemû gelê Kobanê ji dil bi hezkirin û rêzdarî hebêz dikim."
 
'Lekeyeke reş li dîroka Tirkiyeyê ye'
 
Ayşe bal kişand ser 4'ê Mijdarê 5'emîn salvegera  darbeya qirkirina siyasî ku li heberî partiya wan hat kirin û got: "Di şevek nîvê şevê de, di nav wan de Hevserokên Giştî yên Partiya me Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş jî heyî bi ser mala gelek hevalên me de hat girtin û piştî wê jî di encama vê darbeyê de hevalên me hatin binçavkirin.  Darbeya 4'ê Mijdarê wekî lekeyeke siyasî cihê xwe di dîroka Tirkiyeyê de  girt. Wê rojê tenê siyaseta demokratîk nehat rehîn girtin. Di heman demê de êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan û li heberî têkoşîna wan jî hatin pêşxistin. Hevalên me hîna jî di encama wê darbeyê de rehîn tên girtin û wekî ku tolê hilînin hevala me  Aysel Tugluk a ku di nav girtiyên nexweş de cih digire hîna di girtîgehê de tê girtin."
 
'Wêneyê duh wêneyê têkoşîn û berxwedanê bû'
 
Ayşe çalakiya duh a li Wanê ku li hemberî darbeyê hat kirin jî bi bîr xist û ev tişt got, "Wêneyê duh ê berxwedan û têkoşînê bû. Duh hewldana polîsan ku wekî li hevalê me Îdrîs Baluken kirin û xwest bi hevala me serî bidintewandin bersîva hevala me di eslê xwe de bersîva hemû jin, kurd, HDP'iyan ku dan îqtîdarê bû. Hevala me gotî 'Hûn nikarin bi me jinan serî bidin tewandin. Em van bersîvan ji dema ku Denîz Poyraz hat qetilkirin ji bersîva dayika wê Fehîme Poyraz dizanin. Em jî careke din dibêjin wê kurd li hemberî we serî netewînin, jinan li heberî we serî netewand û wê netewînin. Bila ev jî ji wer re bibe dert."
 
'Em li hemberî pakêta darazê ya 5'emîn matmayî neman'
 
Ayşe Acar di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Şebnem Şîrîn, Pinar Gultekin û ceza dayîna Çîlem Dogan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî daneyên ku medya parvekirine di meha cotmehê de 22 jin hatin kuştin, 53 jin bi şîdetê re rûbirû ma, herî kem 2 zarok hatin kuştin, 49 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû ma û 280 jin hatin tacizkirin. Di rewşa îro de şîdeta li hemberî jinê derketiye asta herî jor û carek din pakêta darazê hat derxistin. Bi pakêta darazê dixwazin reformê bikin, lê belê derbare mafên mirovan de heta niha tiştek nehatiye kirin û tenê destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Em carek din li hemberî pakêta darazê ya 5'emîn matmayî neman. Ji ber ku ne li gorî jinan li gorî mêran ev pakêt hat amadekirin."
 
'Taciz û tecawiz wek amûreke şer tê bikaranîn'
 
Ayşe, diyar kir ku kesên ku parastina jinê dikin bi van qanûnan tên hedef nîşandan û got: "Haydar Can Kiliçdogan ê 28 salî ji ber ku 2 zarokên ku bi tacizê re rûbirû ma rizgar kir hat qetilkirin. Li Wanê jî 2 zarokên ku diçin lîsê ji hêla çawîşê pispor Talîp K. ve bi êrişa zayendî re rûbirû ma. Talîp hat girtin, lê polîs ji bo paşvekişandina îfadeyên zarokan ket nav hewldanan. Dema faîl bi unîformayî be dixwazin bûyerê veşêrin. Mijara Îpek Er, Gulistan Doku, li Kurdistanê bi polîtîkayên şer ên taybet re rûbirû man. Em dizanin ku li Kurdistanê taciz û tecawiz wek amûreke şer tê bikaranîn. Herî dawiyê jî Colemêrg bû rojev. Dewlet û îqtîdar êrişê bedena jinên kurd dike û polîtîkayên têkbirinê li herêmê pêş dixe." 
 
'Kampanyaya ciwanan girîng e'
 
Ayşe, da zanîn ku Emîne Şenyaşar bi seroma di milê xwe de çalakiya xwe ya edaletê didomîne lê polîsan mudaxaleyê Emîneyê kirin û wiha bi lê kir: Li vir arman û polîtîka diyar e. Raste rast dijminatiya kurd û jinên kurd dikin. Li herêmê Meclîsa Ciwanan a partiya me li dijî hişbirê kampanyayek da destpêkirin. Ev kampanya li elek navçe û bajaran bi çalakiyên cuda tê birêvebirin. Dixwazin civak û ciwanan agahdar bikin. Ev kampanya dê di 7'ê mijdarê de li Êlihê ji bo jinên ciwan pêşbirka hunerê li dar dixe û ciwanan dine cem hemdû. Îqtîdar xebatên ciwanan hezm nake û êrişê ciwanan dike. Lê divê bê zanîn ku ciwan bêdeng nabin."
 
'Bi şewitandina daristanan êrişê çanda gel dikin'
 
Ayşe, wiha bal kişand ser mijara ekolojiyê: "Hefteya borî li Dêrsîmê me bi navê 'Jin û Ekolojî' hevdîtinek organîze kir û me bal kişand ser texrîbatên ekolojiyê. Îro daristan dişewitin, lê kesên ku şewatê ditemîrinin tên sûcdarkirin. Lê di dema pêvajoya sûcdarkirinê de jî ev qadên ku şewitin ji îmarê re tên vekirin. Li Dêrsimê daristan naşewitin tên şewidandin, hem jî bi destê şewidandin. Li vir bi şewitandina daristanan êrişê li nasnameya gelan û çanda gelan dikin."
 
'Em ê pêşniyaran bibin meclîsê'
 
Ayşe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nîqaşên ser budçeyê û got: "Di hevdîtinên budçeyê de parlamenterên me li ser budçeya jinan disekinin. Îqtîdar ji sedî 86 budçe ji şer re vediqetîne. Lê belê ji bo gelan çi dikin? Welatiyên ku bi muceya asgarî hewl didin ku bijîn êdî nikarin fatureyên xwe bidin. Rojên borî me li Stenbolê derbarê budçeya jinê de komxebatek pêk anî. Mê daxwaz û pêşniyarên xwe kir yek û em ê wan pêşniyaran bibin meclîsê. Her wiha Meclîsa Jinan a partiya me dê bi mijara 25'ê Mijdarê civînek li dar bixe. Plansaziya xwe pêk bîne. Her wiha em ê her tim li qadan bi jinan re bên cem hev."