Tulay Hatîmogullari: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin

  • 16:02 4 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Di hevdîtinên budçeya Wezareta Karên Derve de Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari daxwaz kir ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve bên lêkolînkirin. 
 
Li Komîsyona Plan û Budçeyê li ser budçeya Wezareta Karên Derve hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinan de Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari mafê axaftinê girt û ji ber polîtîkayên şer ku dimeşînin rexneyên tund li AKP-MHP'ê kirin. 
 
Tulay, êrişên leşkerî yên ji aliyê Artêşa Tirk ve tên meşandin jî bi bîr xist û daxwaz kir ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê wezaretê ve bên lêkolînkirin.