Fîgen Yuksekdag: Vîna gel hêza tarî têk bir

  • 11:18 4 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
Nîşmiye Guler - Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL -  Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Kandira a Kocaeliyê girtiyê, diyar kir ku li gel ku hemû gelên cîhanê bi serkeftina Kobanê kêfxweş bûn îqtîdar pê xwemgîn bû û got: "Di bedêla wekheviyê de kesên ku şer û dijminantiyê dixwazin bi operasyona dervê sînor û bi hêza ku ji bermahiyên DAIŞ'ê digirin careke din çavê xwe bera Kobanê dane. Di van şert û mercan de parastina aştiya di navber gelan de û parastina îradeya demokratîk a cîranên me yên li dervê sînor gelek girîng e."
 
Di gulana 2016’an de rakirina destnedana anîn rojeva meclîsê, bi dengên AKP-CHP û MHP’ê qanûn hat derbaskirin. Bi vê re jî lêpirsîn li parlamenteran hatin vekirin. Di 15’ê tîrmehê de hewldana darbeyê pêk hat û piştî vê OHAL hat îlankirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de li Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlîkê bi talîmata serdozgeriya Komarê ve li dijî siyasetmedarên kurd û HDP’ê  operasyona qirkirina siyasî pêk hat, hevseroka HDP’ê ya Demî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî têde gelek kes hatin binçavkirin. Ligel hevserokan 9 parlamenter hatin girtin. Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Kandira a Kocaeliyê girtiyê derbarê pêvajoyê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.
 
'Vîna gel hêza tarî têk bir'
 
Fîgen, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava û got: "Dengê ku li Rojava bilind bû ji bo vîna jinan û gelên bindestan bû alternatîf. Di sedsala 21'an de ji bo tevgerên civakî bû sereke Li dijî statuya hişk, ol, mezhep, girtîgeha netewî derketina şoreşê bû. Demokrasî, azadî û cudakariya ku di nav xwe de dihewîne ji bo wekhevî û piştevaniyê bi bernameya xwe ya polîtîk ji gelên cîhanê re bû ronahiyek. Tişta ku ew cuda dike û hêza wê derdixe holê jî şoreşa jinê ye. Li dijî DAIŞ'ê ya totaliteriya ku li dijî mirovatiyê hatî avakirin, zemîneke nû afirand. Kurdên ku sedsal in li dijî înkarkirinê hebûna xwe ya dîrokî didan jiyîn bi şoreyê carek din hat nasîn. Vîna gel a Rojava, li dijî DAIŞ'ê, bi têkoşîna xwe ji bo gelên herêmê û cîhanê rolek girt ser xwe, hêza tarî têk bir. Ttêkçûna DAIŞ'ê ji gel re bû moral û cesaret. Di dîrokê de kêm berxwedaneke wisa heye û ji ber vê jî bandora vê ya li ser hêrêmê û cîhanê nayê jibîrkirin."
 
'Kobanê di navbera gelan de pirek da avakirin'
 
Fîgen, diyar kir ku berxwedana Kobanê piştevaniyeke mezin a derxist holê û wiha bi lêv kir: "Berxwedana Kobanê ne tenê tevgereke kurd bû, di heman demê de hêzeke enternasyonel bû û piştevaniyeke mezin derxist holê. Di navbera gelan û derdorên demokratîk de pireke piştevaniyeke polîtîk afirand. Piştevaniya demokratîk a ku ji hêla Kurdistan û Tirkiyeyê ve hatî pêşxistin, bi berxwedanê re jî serkeftina tecrûbeyan derxist holê. Derxistina DAIŞ’ê ya li Kobanê ji bo gelên berxwedêr a Tirkiyeyê girîng bû ji ber ku bû sedema parastin û azadiya gelên Tirkiyeyê jî. Helbet gotina îqtîdara siyasî 'Kobanê dê têk biçe' li hemberî tevger û zanebûna gel aciziya xwe nîşan dida. Wekî îro vê demê jî piştevaniya DAIŞ'ê dikir. Têkçûna DAIŞ'ê bû sedema têkçûna stratejiya arteşa qetlîamê ya AKP’'ê. Ji vê rojê heta îro têkçûna xwe hezm nekirin. Di 'Pêvajoya Çareseriyê' de tolhildana xwe taloq kiribûn, lê carek din tolhildanê xistin dewrê. Îro bi doza Kobanê, dixwazin berxwedana gel a meşrû û polîtîk a dîrokî jê bibin."
 
'Derew dê helbet derkevin holê'
 
Fîgen, da zanîn ku qetlîamên ku pêk hatî nayên ji bîrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku di sala 2014’an de qetlîam pêk anîn, hewl dan ku berxwedana wijdanî ya demokratîk a gelên herêmê di nava xwîna ku rijandin de bixenîqinin. Wê rojê jî çeteyên provokasyonê derxistin kolanan û fermana kuştinê dan leşker û polîsan. Îqtîdara siyasî û hevkarê wî FETO, çalakiyên demokratîk kirin gola xwînê. Niha dibêjin qey bi rejîma yek kesî dê xwe biparêzin û hesabê nedin. Ji ber vê ev qas êrişê li me dikin, lê divê bê zanîn ku derew dê helbet derkevin holê. Ev tişt jî dê bibe dawiya wan. Dîrok tu carî zarok, jin, pîr û kalên ku di cotmeha 2014'an de qetilkirin ji bîr nake."
 
'Heza xwe ya kontrayê diparêzin'
 
Fîgen, wiha bal kişand ser "Plana Têkçûnê" ya sala 2014'an a MGK'ê: "Plana têkçûnê di sala 2015'an de îfşa bû. Jixwe em hîn bûn ku qetlîam û provokasyonên ku di 6-8'ê cotmehê de pek hatî parçeyek ji vê planê bû. Li dijî hevdîtinên li Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê metna hevpar a 'Plana Têkçûnê' bû. Bi FETO, hêzên tarî yên dewletê, ergenekon, kontrayê re peymanek hevpar a şerê qirêj bû. Li hemberî sivîl û siyaseta demokratî, provokasyon, qetlîam û tasfiye di 6-8'ê cotmehê bi pêvajoya Kobanê re xistin dewrê. Bi salan me israr kir ku bila qetiamên ku pêk hatî bên lêpirsîn, lê îro me sûcdar dikin û dixwazin ev dosya bên girtin. Bi doza Kobanê, operasyonên lînçkirinê û bi girtina partiyê re hedefê biguherînin û manîpulasyonê bikin, hêza xwe ya kontrayê biparêzin. Bangewazî û piştevaniya demokratîk a HDP'ê vê demê wek sûc hat îlankirin."
 
'Tişta ku îqtîdar ditirsîne li cih xwe ye'
 
Fîgen destnîşan kir ku tevgera gel a demokratîk a sala 2013-2014'an pêk hatî bû tirsa îqtîdarê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di sala 2013'yan Gezî, di sala 2014'an çalakiyên Kobanê, ji bo hevkariya derdorên cuda girîng bû, tevgereke polîtîk bû. Jin, ciwan, kedkar û karker daketin qadan. Ev tevger ligel qetîam û provokasyonan di nav hafizaya gel de şopên kûr hiştin û bûn tecrûbeyeke polîtîk. Di 7'ê hezîrana 2015'an de bû vîneke demokratîk. Peşketina civakî bû tirs û fikara rejîmê. Îro bi îdiayên derew û kumpasan dixwazin di şexsê me de gelê Tirkiyeyê cezakirin. Dixwazin gel bitirsînin. Di pêvajoya Gezî û Kobanê de bi 10 hezaran mirov doketin qadan. Nikarin bi milyonan mirovan ceza bikin û lê ji bo tirsê jî zilme li me dikin. Lê tişta ku wan ditirsîne hêj li cih xwe ye û ji bo tevgerên dîrokî hêza xwe kom dike."
 
'Nikaribin mafdarbûna gelan darizînin'
 
Fîgenê bal kişand ser îdanameya ku ji ber xwedîderketina li Kobanê derbarê wê de hat amadekirin û wiha axivî: "Dixwazin bila bi mijoyanan îdanameyan amade bikin, lê wê nikaribin mafdarbûna gelan darizînin.  Wê ev doz hovîtiya ku pêk anîn nede ji bîrkirin û wê xizmetê ji bîra mirovan re bike. Dadgehên di bin serweriya AKP -MHP'ê de ji xwe di her şert û mercî de doza Kobanê li gorî stratejiya îqtîdarê ya hilbijartinê rêve dibin. Ji bo ku beriya hilbijartinê biryarke bidin û ceza bikin karê xwe bi lez û bez dikin. Ji ber vê jî divê me û HDP'ê sûcdar derxînin. Lê mixabin wekî îqtîdara siyasî wê ev doz jî têk biçe. Wê derewên wan û cezayên ku dixwazin bidin jî nikaribe pêşî li vê pêvajoyê bigire. Li gel ku hemû cîhan bi serkeftina Kobanê ya beriya 7 salan kêfxweş bû, li Tirkiyeyê îqtîdara siyasî hêrs bû."
 
'Parastina îradeya demokratîk girîng e'
 
Fîgenê bal kişand ser Roja Kobanê ya Cîhanê jî û nêrînê xwe anî ziman: "1'ê Mijdara Roja Konanê ya Cîhanê li hemû gelên herêmê û yên cîhanê û li jinên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê bi ser ketin pîroz be. Li gel ku hemû gelên cîhanê bi serkeftina Kobanê ya berî niha bi 7 salan kêfxwe bûn îqtîdar pê xwemgîn bû. Di bedêla wekheviyê de kesên ku şer û dijminantiyê dixwazin bi operasyona dervê sînor û bi hêza ku ji bermahiyên DAIŞ'ê digirin careke din çavê xwe bera Kobanê dane. Ev kes ji xwe re statuye gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hincet û lîstikeke bi xeter dilîzin. Di van şert û mercan de parastina aştiya di navber gelan de û parastina îradeya demokratîk a cîranên me yên li dervê sînor gelek girîng e."
 
'Baweriya xwe bi bernameya azadiyê bînin'
 
Fîgenê girtina xwe ya di 4'ê Mijdarê de ku 6 sal di ser re derbas bûn jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dikevin 6 saliya girtina xwe. Hewce bi dirêjkirina gotinê tune ye. HDP û Gelê Kurd îro gîhaştiya radeya ku pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê diyar bike. Ji vê wêdetir tu rêyeke din tune ye. Dibe ku em girtî bimînin û derbê bixun lê em ê her pêşve biçin. Divê gelên me li ser xeta berxwedan û piştevaniyê hêza xwe bikin yek û baweriya xwe bi bernameya azadiyê bînin."