Gulistan Seîd: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin

  • 09:11 3 Mijdar 2021
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Koma Tevgera Goran a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd diyar kir ku divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.
 
Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd li ser mijara pêwîstiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike ji Rojnews’ê re axivî û got: “Hemû pileyên xwe îdarî di xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye, çi di warê çavkaniyên xwezayî, çi jî di warê rêveberinek rêkûpêk de. Weke ew ezmûna Rêveberiya Xweser a me di nava çend salên borî de dîtiye, kare rêveberine serkeftî bide meşandin.”
 
Gulistan Seîd diyar kir ku Rêveberiya Xweser kare binesaziya aborî rêxistin bike û rewşa jiyana xelkê baştir bike û mafê hamê pêkhateyên cuda misoger bike û got: “Divê Kurd ji bo parçeyên din timî hevkar û hemaheng bin. Bi taybet divê Başûrê Kurdistanê piştgiriya beşên din ên Kurdistanê bike. Her weke di dema şerê Kobanê de Parlamenotya Herêma Kurdistanê biryar da pêşmerge bişîne, niha erkek ya Parlamentoya Kurdistanê ye ku rêveberiya xweser nas bike.”
 
Gulistan Seîd  eşkere kir ku divê ji bo bi fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê parlamentoyê ve were naskirin divê proje hebe û wiha domand: “Ev proje jî divê ji aliyê kesên taybet ve were nivîsandin. Ji bo piştgiriya tevahiya pêkhate û aliyên cuda yên Parlamentoyê bi dest bixe.”