Rêxistina HDP'ê ya Amedê: Em ê bi kongreya xwe bibin bersiva êrişan

  • 09:01 31 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
 
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi dirûşma “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişkênin, demokrasiyê ava bikin” xebatên xwe ya 3'yemîn kongreyê didomînin. Nevriye Çur, diyar kir ku gund bi gund, navçe bi navçe û tax bi tax nêrînên gel digirin û got: "Bi nêrîn û daxwazên gel em ê bêtir rêxistinbûna xwe xurt bikin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajara Amedê kongreya xwe ya 3’yemîn dê di 14'ê mijdarê de pêk bîne. Xebatên kongrê bi dirûşma “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişkênin, demokrasiyê ava bikin” tê meşandin. Derbarê xebatên kongreyê de endama Komîteya Amedekar a Kongreye Nevriye Çur ji ajansa me re axivî. 
 
‘Gel xwedî li HDP'ê derket' 
 
Nevriye diyar kir ku HDP’ê tevî zext û polîtîkayên AKP-MHP’ê serî netewand û got: "Faşîzm zextê li gelan dike. Bi taybet jî kurd, jin, ciwan û hêzên demokrasiyê ji xwe re kiriye hedef. Di dema ku asta faşîzma AKP-MHP’ê derketiye lûtkeyek jor, lidarxistina kongreya me bi wate ye. Bêriya kongreyê me nerînên erenî jî gel girt. HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e. Ligel ev qas zext û êrîşan Gelê Kurd xwedî li partiya xwe derdikevin. Bi taybetî jî xwedî li derketina jinan girîng e. Me çend kampanya dabûn destpêkirin, di wan kampanyayan de gelek xebatên bi nirx pêk hatin. Kampanyayên 'Ji bo jinan edalet', 'Ji xizaniya jinan re na' , 'Em HDP’î li her derê ne' bi bandor bûn.  Di encama wan kampanyayan de me gelek pêşniyar ji gel girt. Ev pêşniyar bawerî, hêvî û hêz da me." 
 
‘Me nêrînên sazî û dezgehên sivîl girt' 
 
Nevriye, da zanîn ku xebatên kongreyê didomin û wiha axivî: " Em di çarçoveya kongreya xwe de em xebatên xwe didomînin. Ji bo kongreyê em rêxistinbûna jî xurt dikin. Em di çarçoveya kongreyê de çûn serdana gund û navçeyan. Hevdîtinên bi gel didomin. Em hem xweser dixebitin û hem jî giştî dixebitin. Em çûn serdana Meclîsa Jinan a DTSO, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Komeleya Jinan a Rosayê, komeleyên çand û hunerê û gelek sazî rêxistinên li Amedê. Me pêşniyarên wan girt."
 
‘Kongre ji bendewarî û pêdiviyên gelê Amedê re bibe wê bersîv’
 
Nevriye dest nîşan kir ku wê kongre ji bendewarî û pêdiviyên gelê Amedê re wê bibe bersîv û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin rêxistin û rêveberiyek bi hêz û xurt ava bikin. Bi tevahî li 17 navçeyan me bi rêxistinên xwe re hevdîtin pêk anî. Civînên gel li navçeyan hatin lidarxistin. Em ê bi hêz û hêviyeke xurt biçin kongreyê."