Jîno Reşîd: Divê parlamenterên jin bi yekrêzî kar bikin

  • 09:03 21 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK’ê Jîno Reşîd destnîşan kir ku jinên ku ji bo Parlamentoya Iraqê hatî bijartin dikarin pêşengtiya guherîna pergalê bikin û got: "Hejmara jinên ku hatî bijartin mirovan kêfxweş dike. Jinên azadîxwaz dikarin pêşengtiyê bikin. Eger ku bi hev re bi yekrêzî kar bimeşinin hem ji bo Iraqê hem jî ji bo başûrê Kurdîstanê dê encamên baş derkevin holê."
 
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê rojên borî eşkera kiribû. Partiya Şiî Ereb a Sadr bû partiya yekemîn. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî PDK bû partiya yekemîn. Lê tevlibûna hilbijartinan di sedî 40'î de ma. Ji sedî 60'ê xelkê neçû ser sindoqan. Nîqaşên ser encam û hilbijartinê hêj jî didomin. Derbarê encam û bandora hilbijartinê de endama Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd ji ajansa me re axivî. 
 
Plan û berjewendiyên dewletan a li ser Iraqê 
 
Jîno destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser aloziya nav Îraqê û polîtîkayên dewletan a li ser Iraqê û got: “Bi giştî li Iraqê li hemberî desthilatdariyê nerazîbûneke gel hebû. Bi mehan xelk li kolanan çalakiyên protestoyî li dar xistin. Di encama xwepêşandana gel îqtîdar guherî û biryara hilbijartinê hat dayîn. Her wiha mudaxaleya Îran û Tirkiyeyê jî bandorê li siyaseta Iraqê dike. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe li Iraqê siyasetê dimeşîne. Îran dixwaze kesên ji wan di nav parlementoyê hebe, Tirkiyê dixwaze alîgirên wan di nav parlemetoyê de cih bigire. Ji aliyek din ve jî Emerîka û İsraîl ji bo berjewendiyên xwe li hemberî Iraqê polîtîkayan diafirîne. Ango dibêjin kesên ku diçin parlementoyê bila berjewendiyan wan biparêze. Dewletên Erebî jî heman şiklî tevdigerin.”
 
‘Ew hilbijartin ne ji bo Iraqê bû...' 
 
Jîno, da zanîn ku gelek hilbijêr neçûn ser sindokan û deng bikar neanîn û mijara neçûyîna ser sindokan wiha nirxand: "Welatiyên li Îraq û başûrê Kurdîstanê dengê xwe bikar neanîn, ji ber ku êdî hêviyek wan ji desthîlatdariya heyî nîne. Gelek hilbijêr dengê xwe bikarneanî û hilbijartinê boykot kirin. Me dît ku rêjeyek gelek kêm deng hatiye bikaranîn. Tevî van yekan jî li ser hilbijartinê sehtekariyek pir mezin hat kirin. Hin nûnerên ku ji bo wan kêm deng hatibû dayîn jî ji bo parlamenteriyê hatin bijartin. Her wiha hin namzetên ku zêde deng girtibûn jî nehatin bijartin. Hilbijartin bi planî û sîstematîk hat birêvebirin. Ew hilbijartin ji bo berjewendiyên Tirkiyê, Îran û hêzên dagirker bû. Ne hilbijartina Iraqê bi xwe bû. Ji ber vê nehiştin ku li ser esasên demokrasî, azadî û yekrêzî biçin parlementoyê. Gelek namzetên ku projeyên wan li ser esasen demokrasi û jiyaneke bi hev re hebû nehatin bijartin."
 
‘Gel ji desthîlatdariyê bê hêvî ye’
 
Jîno diyar kir ku li Îraqê tu carî berjewendiyên gel nehatiyê fikirandin û wiha pêde çû: “Xelk dengê xwe bikar neanîn. Ew tişt ji ber bê hêvîtiyê bû. Ji ber ku heya niha çend parlementerên ku hatine bijartin tenê li gorî berjewendiyan tevgeriyane. Tu carî ji bo gel xizmet nekiribûn. Me gelek hewil da ku gel biçe ser sindoqan. Me xwest gel bila bi xwe hilbêjirînin û dengên xwe bidin. Li Heremê Kurdîstanê hikûmetek 30 salî heye lê ji bo berjewendiyên Gelê Kurd kar nake. Tenê berjewendiyên malbatî li pêş in. Li Îraqê qeyrana aborî heye, gel di rewşekê xirab de ye. Xelk ji ber bêhêvitiyê ji welatên xwe terk dikin. Li Îraqê ewqas petrol heye lê bele xelk jê qezenc nake. Pêdiviyên xizmetguzarî, tendurîstî û aborî heye, lê belê tu pêdivên gel nayê pêkanîn.” 
 
‘Di hilbijartinê de sextekarî hat kirin'
 
Jîno, di axaftina xwe de bal kişand ser plan û lîstokên li ser hilbijartinê û wiha bi lêv kir: "Rayên welatiyan hatiye şewitandin û wekî rayên tenê ji bo alîgirên berjewendiyan hatiye bikaranîn. Berê de jî sextekariyên wisa dikirin lê di vê hilbijartinê de asta sextekariyê bilind kirin. Sextekariya ku kirin jî pir hosteyî kirin. Qartên elektronîk û ji bo dengdanê heye hemû zanyariyên me yên şexsî têde cih digire lê pir qartên cuda cuda jî hatibûn çêkirn. Mesela malbata Barzanî re dibêjin 8 hezar lê ji 8 hezarê zêdetir xelkê ji aliye Rojavayê Kurdîstanê ku behsa roj pêşmergeyan dike wan re jî nasname û qart hatibû derxistin. Kesên ku îqametgehê wan ne li vir bûye ji wan re qart hatiye çêkirin û deng bikar anîne. Li Duhokê û Zaxoyê alîgirên PDK’ê bi sextekarî dengê xwe bikar anîn. Ez niha tene behsa vê hilbijartinê nakim. Lê belê di hilbijartinên berê jî wisa bû. Bi çêkirina nasname û qartên kesên ku ne li vir dijîn çêkirine ku ew tiştê ji xwe re rewa bikin. Ango parlemento li gorî berjewendiyên wan hate saz kirin.”
 
‘Heke tifaqek hebûyê dê serkeftinek pêk bihata' 
 
Jîno, diyar kir ku çawa li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê lîstokek hebû li hemberî Şengalê jî heman lîstok hat lîstîn û got: "Heman lîstok li Şengalê jî hat meşandin. Lê belê namzetê ku ji bo Şengalê hatibû ragihîne nehiştin bên hilbijartin û dengê wan şengaliyan hatin şewitandin. Li vir jî rewşekê aloz hebû. Her wiha li Kerkukê jî ji bo hilbijartinê polîtîkayek taybet hat meşandin. Li Kerkûkê ereb hebûn, turkmen hebûn, ango hemû di nav şerekê de bûn. Li wir gelek partiyên kurdî hebûn û dixwestin nûnerên xwe rêbikin û li parlementoyê. Bi rastî jî li wir yekitiya hêzên kurdî hebûya dê serkeftinek pêk bihata. Li Kerkûkê firsedek hebû ku bi yektiya hizbên kurd namzetên xwe bişînin parlementoyê. Lê belê hişmendiyek xiyanetkar ligel turkmenên ku piştgiriyê Erdogan dike tifakê kir û li dijî kurdên azadîxwaz derket." 
 
‘Jin dikarin guhertinên mezin pêk bînin' 
 
Jîno, da zanîn ku heke pergalek bê guhertin dê bi destê jinan pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hejmara namzetên jin pir bûn. Her wiha pirê wan jî hatin bijartin. Ew kêfxweşiyeke mezin e. Heke ew sextekarî nebûye dê zêdetir jin bihatina bijartin. Jin bi taybetî jinên azadîxwaz dikarin di desthîlatdariyê de pêşengtî bikin û guhertinan bikin. Ji bo xizmetguzariyên gel, bi taybet ji bo reşwa jinan dikarin guhertinên cidî bikin. Ji ber ku li Iraqê rewşa jinan nebaş e. Kuştina jinan, tecawiz û taciza li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Eger ku bi hev re bi yekrêzî kar bimeşinin hem ji bo Iraqê hem jî ji bo başûrê Kurdîstanê dê encamên baş derkevin holê. Dikarin guhertineke pir mezin bikin. Di heman demê de li vir şerekê olî jî heye. Bi vî awayî jin dikarin ji bo avakirina demokrasî û yekrêziya neteweyî pêşengtiyê bikin. Divê jin di nav wan şer û rewşên oloz de rol û misyona xwe bibînin û li gorî wê siyaseta xwe bimeşînin. Em dibînin ku ne tenê li Îraq û Kurdîstanê de bi gelemperî li cîhanê gelek jin di nav siyaset û parlementoyê de cih digirin, tenê jin dikare di nav sîstemê de guhertinan pêk bîne. Li dijî vê hişmendiya desthîlatdar dikare têbikoşe."
 
‘Bi yekrêzî dikarin planên qirêj vala derxin' 
 
Jîno wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijartin bandorê hem li Îraqê hem jî li Kurdîstanê kir. Ji ber ku gelek plan û lîstokên cuda li ser herêmê tê meşandin. Dewleta Tirk dixwaze heya sala 2023’yan planên xwe li herêmê pêk bîne û başûre Kurdistanê yekcar dagir bike, li vir bi cih bibe. Ji bo vê jî di vê parlementoya ku hatiye bijartin heke li gorî berjewendiyên xelkê neyê birêvebirin wê li ser gel tesîrên pir nebaş bike. Heke li ser rêzgirtina gel karê xwe bikin ew planên qirêj dikarin vala bên derxistin. Lê mixabin hin hêzên kurdî pêşengtî ji vê dagirkeriyê re dikin. Ji ber vê metirsiyek pir mezin heye ji bo demên pêş.”