Pervîn Buldan: Jin ji we natirsin

  • 16:16 12 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de axivî û got: "Ên ku kujerên jinan diparêzin, sûcdaran berdidin, ên ku polîtîkaya cezanekirinê qeyîm dikin, hewl didin wan jinên ku rastiyê dibêjin bêdeng bikin û tundiyê meşrû bikin. Gefxwarin û çavtirsandinên we bi kêrî tiştekî nayên. Jin ji we natirsin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li civîna koma partiya xwe ya heftane axivî û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Pervîn têkilî salvegera 6'an a Komkujiya Garê ya Enqerê axivî û diyar kir komkujiya Pirsûsê û 10'ê Cotmehê ji bo plana kaosê ya têkilî hilbijartinê tenê çend ji wan keviran bûn ku hatibûn danîn û got ew kesên li pişt komkujiyê xweş nas dikin. Pervîn got: ''Ji 5'ê Hezîranê heta bi Pirsûsê, Dîlokê em pir xweş wan nas dikin û bi wan dizanin.''
 
Pervîn Doza Pirûsê ku wê 22'yê Cotmehê wê li Rihayê were lidarxistin bi bîr xist û got: ''Em careke dî bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li vê dozê derkevin. Belê em xweş bi wê sedemê dizanin bê ka çima kesên ku di Doza Kobanê de bersûc in dixwazin HDP'ê bikin bersûc. Ev bi wê tirsê ye ku dixwazin ser sûcê xwe bigirim. Rehtiya ji ber ku têkçûna tarîtiya DAÎŞ'ê û tolhildana wê ye.''
  
Pervîn derbarê îşkenceya li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê jî wiha got: ''Giyanê darbekar, êşkencekar a 12'yê Îlonê îro disa li ser kar e. AKP li vê mîrateyê xwedî derketiye. Bila AKP zanibe, plana we ya têkşikandinê ku hûn li derve û li girtîgehan rê ve dibin wê bi ser nekeve. Yên beriya we jî xwe ceribandin, bi ser nekeketin û hûn ê jî bi ser nekevin.''
  
Pervîn bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyê diqewime û got: ''Aborî hilweşiyaye, desthilat şer dixwaze. Gel hilbijartinê dixwaze, desthilat dibêje, şer. Gel behsa debarê dike ev behsa şer dikin. Em jî dibêjin, gel we jî naxwaze, polîtîkaya we ya şer jî naxwaze û dibêje, 'êdî bes e.''
 
Pervîn êriş, tundî û kuştinan jinan jî nirxand û wiha got: ''Ên ku kujerên jinan diparêzin, îstîsmarkaran berdidin, ên ku polîtîkaya cezanekirinê qeyîm dikin, hewl didin wan jinên ku rastiyê dibêjin bêdeng bikin û tundiyê meşrû bikin. Gefxwarin û çavtirsandinên we bi kêrî tiştekî nayên. Jin ji we natirsin. Lê hûn ji jinan bitirsin. Ji ber ku jin wê dawî li desthilata we bînin.''