Jinên KESK’î: Deklarasyona HDP'ê dê bibe rêyek

  • 10:59 4 Cotmeh 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Jinên KESK'î bal kişandin ser deklarasyona HDP'ê û diyar kirin ku ji bo demokratîkbûnê girîng e û gotin di vê hêviyê de ne ku dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rêyek veke. 
 
Di 27'ê Îlonê de ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve deklarasyonek hat eşkerakirin. Deklarasyona ku ser navê “Banga Demokrasî, Edaletê û Aştiyê” bi 11 rêgezan pêk tê. Nîqaşên li ser deklarasyonê berfirehî ji hêla raya giştî ve tê nîqaşkirin. Derbarê mijarê de jinên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya siyasî û got: "Li welat atmosfereke bi fikar, cudakar û bi hers heye. Deklarasyona ku ji hêla HDP'ê ve hatî amadekirin ji bo yekitiyê girîng e. Zêdebûna xizaniyê, qeyrana aboriyê di serî de kedkarên cemaweriyê ya ku di bin şert û mercên nebaş de dixebitin û jinên ku şertên dijwar de dixebitin bandor dike. Di rewşeke wisa de HDP deklarasyoneke wisa pêşkeş kir."
 
'Li dijî binpêkirina mafan helwesta hevpar girîng e'
 
Şukran, destnîşan kir ku li dijî kuştina jinan, şîdeta li hemberî jinan û ji her cureyên mobbingê HDP gotinên xwe aniye ziman û wiha bi lêv kir: "Peymana Stenbolê li dijhiqûqê hat betalkirin, cih girtina Peymana Stenbolê ya di deklarasyonê de ji bo jinên KESK'ê girîng e. Em jî wekî her tim di xebatên xwe de vê tiştî carek din derxin pêş. Li dijî polîtîkayên ku dijminatiya ked, xweza û jinê dike divê êdî bi dawî bibe, ji bo wê jî divê yekitiyek pêk bê. Li dijî binpêkirina mafan ya li ser vê erdnegariyê her wiha ji bo kedkar û jinan divê helwesteke hevpar hebe." 
 
'Ji bo pêvajoya siyasî deklarasyona HDP'ê girîng e'
 
Sekretera Jinan a Navendê ya Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Sîmge Yardim, diyar kir ku demek dirêje îqtîdara AKP û MHP'ê li hemberî jin, xweza, kedkar, ciwan û gelan polîtîkayên zextê dide meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Nîjadperestiya ku her roj kûr dibe, zêdebûna polîtîkayên şer, têkbirîna mekanîzmayên edaletê, êrişa li hemberî mafên jianan û xespkirina keda kedkaran pêvajoyeke li pêşberî me ye. Di vê rewşê de HDP ji bo gel, muxalefetê û siyasetê deklarasyonek aşkera kir. Ev tişt ji bo pêvajoya siyasî divê baş bê nirxandin." 
 
'Di deklarosyonê de rêgeza edaletê girîng e'
 
Sîmge, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora OHAL û KHK'ê û got: "Demek dirêje ne mulakat liyakat esas tê girtin û di cemaweriyê de kodrobûna siyasî esas tê girtin. Bi xala 35’an gelek hevalên me yên jin hatin îxraçkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Yên mayî jî li cihê kar bi mobbîngê re rûbirû dimînin. Biryarên ku ji hêla daraza mêr ve tê dayîn bi taybetî li ser jinê bi bandor e. Êrişkar, tecawizkar û kujer nayên darizandin an jî serbet tên berdan. Di deklarasyonê de xala pêkanîna edaletê girîng e. Her wiha ji bo dîtina mafê jin û kedê amadekirina bernameyan a ji hêla partiyên siyasî hewce ye. Kesên ku guh nede daxwazên jinan dê di hilbijartinan de têk biçe. Jin bi rêxistinbûnê têdikoşe."
 
'Ji bo avakirina demokrasiyê divê cudakarî ji holê rabe'
 
Ji Yekîneya Jinan a KESK'ê Dîlek Kanlibaş Demîr, wiha derbarê deklarasyonê de nêrînê xwe anî ziman: "Sernavên deklarasyona HDP'ê di rojeva me de ye û em li ser nîqaşan dikin. Ji bo hevcadariya hemû beşên civakê deklarasyon hatiye amadekirin. Israra HDP'ê ya ji bo demokrasiyê ji bo kedkaran girîng û watedar e. Ji bo avakirina demokrasiyê divê cudakarî ji holê rabe û di bingehê de wekheviyek bê avakirin. Em wek KESK’î dibêjin di şer de di serî de jin û zarok mexdûr dibin. Di nav civakê de jî bêtir jin pêşengtiyê dikin û ji ber vê sedemê jî dê aştî bi pêşengiya me pê bê."
 
'Ji bo aştiyê rêgeza wekheviyê...' 
 
Dîlek, da zanîn ku israra aştiyê ya HDP'ê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo avakirina aştiyê divê rêgeza wekheviyê pêk bê. Ji bo aştiyê alîgir divê kollektîf gotinên xwe bêjin. Divê demildest polîtîkayên şer bên bi dawîkirin. Budçeya ku ji bo şer tê veqedandin divê ji bo hewcedariyên gel bê xerçkirin. Li hemberî jin û xwezayê qetlîamek heye, HDP ew mijar jî girtiye derklarasyona xwe û ev tişt jî girîng e. Em wek kedkar çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê li dijî zext, zordarî û şîdetê polîtîkayan biafirînin. 
 
'Deklarasyon ji bo hewcedariyên civakê girîng e'
 
Sekretera Jinan a Navenda Sendîkaya Kedkarên Xizmetê ya Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) Nazîfe Bayrak Tosun jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê avakirina aştî, demokrasî û edaletê mumkun e û got: “Deklarasyona ku hatî eşkerakirin ji bo civakê û ji bo hewcedariyên me girîng bû. Li cihê ku aştî tunebe li vir vîna gel tê xespkirin, sazî û dezgehên jinan tê girtin. Ev tişt zirarê dide demokrasiyê. Ji bo daxwazên me pêk bê divê em jî li ser maseyê kom bibin. Li şûna ku şer re budçe tê veqedandin divê ji bo tenduristî û perwerdeyê budçe bê veqedandin. Ji bo avakirina demokrasî rêgezên di deklarasyonê de hatî nîşandan girîng e. Em di vê baweriyê de ne ku dema civakeke demokratîk ava bibe dê civakeke dilşad jî ava bibe."