Melda Onur: Divê îradeya tevgerek hevpar bê nîşandan

  • 09:15 29 Îlon 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onur, diyar kir ku ew deklerasyona HDP’ê erênî dibîne û wiha got: “Ji tifaqê wêdetir, îradeyeke der barê tevgerek hevpar de,  dikare navbera tifaqa mîlet û partiyên çep yên ku HDP jî tevlî dibe, ava bibe.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên "Em HDP’î ne li her derê ne" di xebatên li herêmê meşand de, deklerasyoneke ji 11 xalan pêk tê ya bi  ‘Banga demokrasî û aştiyê’ amade kir û  bi coşeke mezin bi rayagiştî re parve kir. Di deklerasyonê de rêbazên der barê geşedanên polîtîk û pêşniyarên çareserya pirsgirêkên jin, xizanî, ekolojî, Kurd de cih girtin û her wiha banga têkoşîna hevpar jî hat kirin.  Deklerasyon ji aliyê beşekê ve erênî hat dîtin û ji aliyê hinekan ve jî rexneya HDP’ê rêgez zelal aşkera nekirine, hat kirin.
 
Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onur, der barê deklerasyona HDP’ê de nirxandin kir.
 
‘Me partiya Tirkiyeyê ji nûve dît’
 
Meldayê daxuyakirin ku deklerasyona HDP’ê aşkera kiriye, divê ji aliyê welatiyên ku jiyaneke wekhev, azad û adîlene xeyal dikin ve erênî bê pêşwazîkirin û got: “Di alî welatiyan de wek partiya Tirkiyeyê ya di hilbijartinên 2015’an de hatiye dîtin. Ji wê rojê şûnde hewl hat dayîn HDP bê terorîzekirin, krîmînalîzekirin. Sedema vê jî aşkera bû, desthilatdariyê HDP xetere dît û li li heber HDP’ê dizanibû ku wê windahiyek mezin bide.”
 
‘Ji bo çareseriyê nîşandana meclisê helwestek baş e’
 
Meldayê balkişand ser xala di deklerasyona HDP’ê ya wekê ‘Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ya divê bê çareserkirin pirsgirêka kurd. Li şûna rêbazên pevçûn, çek û polîtîkayên şer, diyalog û muzakere’ û wiha dirêjî dayê: “Li dijî vê belgeya helwestê îro bêguman ya herî ne razî Tifaqa Cumhur e. Bêguman di tabana wê de aliyekî radîkal yê tatmîn nebûye heye. Di her partiyê de heye. Her partiyeke xeta wan ya sor heye.Lê cihê çareseriya pirsgirêkan meclis nîşandan, helwesta herî bi nirx e. Ji ber parlamento jiyanek hevpar ava dike. Ji ber vê parlamento, pergala parlamenter bi nirxe.”
 
‘Destpêkê meclis’
 
Meldayê her wiha nirxandina xwe wiha domand: “Di pêvajoyên çareseriyê de pirmuxatabî heye. Heta ne tenê netewî, navbeynkarên navneteweyî, yên hêsan dikin û her wekê din. Lê li vir ewil meclis divê hebe. Bêguman hemû partiyên muxatab, her wiha HDP wê rola aktîf bilîze.  Desthilatdariya îro HDP’ê ji derveyê çareseriyê digire û çareseriya xwe ferz dike. Ev nikare bê qebûlkirin. Gotinên Kililçdaroglu yên derbarê ku HDP muxatabe, girîngin. Lê ne tenê HDP, partiyên siyasî, civaka sivil, malbatên mexdur û gelek aliyên din. Pêvajoyek dirêj û zehmet e. Lê destpêk meclis e.
 
‘Divê tifaqa Mîllet hevsengiyê biparêze’
 
Meldayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nîqaşên hilbijartina zû û îfadeya HDP’ê ya di deklerasyonê de ya wê ne di lêgerÎna tifaqê de ne jî , derî vekirî dihêle û wiha dawî lê anî: “Ev ne ji bo  ku HDP di tifaqa Mîllet de be an na, ev helwesteke rast ya polîtîk e. Di pêvajoyê de li rewşê wê bê nihêrtin. Tevî ku di tabana tifaqa Mîllet de hinek kes HDP’ê teqez qebûl nake heye, di HDP’ê de jî yên ku teqez ji tifaqa Mîllet re nabêjin erê, hene. Ji ber vê jî divê demê de hiştin pir rast û polîtîk e. Heman tişt ji bo tifaqa Mîllet jî derbasdar e. Wê dem nîşan bide. Divê Tifaqa Mîllet hevsengiyê biparêze. Ev jê tê payîn.”