Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê ye

  • 14:39 27 Îlon 2021
  • Ramyarî
 
SILÊMANÎ - Şandeya HDP’ê li Herêma Federal a Kurdistanê bi Tevgera Goran û Qubat Talebanî re dicive. 
 
Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, pêk tê li Herêma Federal a Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.
 
Şandeya HDP’ê ji aliyê rêveberê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û berpirsê peywendiyan yê Tevgera Goran Bextiyar Ewlî ve hat pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şande ewilî bi rêveberên Goran re civiyaye. Li gorî agahiyan di civînê de wê behsa hilbijartinên li Iraqê, rewşa siyasî ya li Herêma Federal Kurdistanê, Iraq û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê were kirin.
 
Tê payîn piştî civîna bi Tevgera Goran re daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn.
 
Her wiha li gorî agahiyan wê şandeya HDP’ê di çarçoveya serdana xwe de bi Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re bicive.