Nuran Îmîr: Cihê çareseriyê meclîs e û muxatab jî Ocalan e

  • 09:27 27 Îlon 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, der barê nîqaşên muxatabiya pirsgirêka Kurd de axivî û got cihê nîqaşkirn û muzakereyê ya pirsgirêka Kur meclis e û muxatab jî Abullah Ocalan e.
 
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kiribû ku muxatabê pirsgirêka Kurd HDP ye û rol û mîlsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser pirgirêka Kurd înkar kiribû. Li ser vê nîqaşên di civakê û siyasetê de tên meşandin didomin. HDP’ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku rola Ocalan nikare ji nedîtîve bê, aktorê siyasî Abdullah Ocalan e.
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Divê desthilatdarî samîmî be’
 
Nuranê bi lêv kir ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd di siyaseta Tirkiyeyê de geşedanek erênî ye, axaftina CHP’ê ya der barê pirsgrêka Kurd de watedar e lê tenê axaftin têr nake û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêngav bên avêtin. Tenê anîna ser ekranan encamê nade. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ya desthilatdariyê gelê Kurd bi salane li ber xwe dide. Gelê Kurd  dibêje ku bila desthilatdarî di mijara pirsgirêka Kurd de samîmî be.”
 
‘HDP tişta bikeve ser milê wê dê bike’
 
Nuranê her wiha destnîşan kir ku gotina ‘HDP di nokteya pirsgirêka Kurd de muxatabe’ raste lê mixabin nirxandineke kême  û got: “HDP berdewama kevneşopiya têkoşîneke 45 salan e. Wek gelek pirsgirêkan, di nokteya pirsgirêka Kurde jî  wê HDP tiştên dikeve ser milê wê bike. Di her gotinên xwe de  balê dikşînin ser krîzên li Tirkyeyê tên jiyîn. Sedema esas ya krîzên li Tirkiyeyê, nenaskirina îrade, statu û nûnerên Kurdin. Em bi mirov û dostên xwe yên dibêjin ‘jiyana azad pêkane’ re têkoşîna xwe dimeşînin.”
 
‘Birêz Ocalan aktorekî rewaye’
 
Nuranê bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd bûye birînek giran û neçareseriya pirsgirêka Kurd bû sedema bedelên giran û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka Kurd û muxatabê wê rast nayê înfadekirin. Ev jî înkarê bixwe re tîne.  Aktorê ku muxatabe tê Înkarkirin. CHP’ê wek muxatab em nîşan dan. Em titşên bikeve ser me dikin lê ev tenê rastiyê nîşan nade.  Ger ku samîmî nêz bibin wê her kes rol û mîsyona xwe bilîze.HDP partiyek qanûnî û rewaye. Vê ji gel digire.  Înkarkirina hebûna Birêz Ocalan mijara gotinê ye. Ev tê wateya înkara têkoşîna 50 salî. Birêz Ocalan aktorekî rewaye. Reabûna xwe ji gel, ji kampanyayên ku gel daye destpêkirin digire.”
 
‘Îrada Kurdan CHP’ê tune hesiband’
 
Nuranê  diyar kir ku HDP dikare rol bigire lê êdî pirsgirêka Kurd pirsgirêkek navneteweyî ye û divê pirsgirêka Kurdên li çar parçeyan hatiye veqetandin bi gelek aliyan bê destgirtin û çareserkirin. Nuranê nirxandina xwe wiha domand: “Li çar parçeyê Kurdistanê binpêkrina bi destê desthilatdariyan dimeşe divê bidawî be. Şoreşa Rojava ya bi têkoşîn û xwîna Kudan hatiye destxistin, îro di hedefa Tirkiyeyê de ye. Yên Tirkiyeyê bi rêve dibin divê ewil hebûna Kurdan bibînin. Netewperestiya ku kaosa herî mezine û nenaskirina îradeya Kurdan, polîtîkayeke bi destê CHP’ê hatiye afirandinê ye. Vê zîhniyetê heta îro xwe meşandiye. Partiyên hatine desthilatdariyê jî ji vê zîhniyetê feyz girtine û li ser Kurdan siyaseta înkar û îmhayê meşandine.”
 
‘Muxatabê pirsgirêka Kurd tenê ne HDP ye’
 
Nuranê bi lêv kir ku HDP rola xwe tîne cih lê aktorê sereke yê pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e û ji 1993’an heta niha hemû hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatine kirin ser esasa aştiyê bûn û wiha dirêjî dayê: “Çavkaniya pirsgirêkên li Tirkiy û Rojhilata Navîn dijîn, neçareseriya pirsgirêka Kurde. Birêz Ocalan bi dehan carî got pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bedelên giran da û 22 sale di bin tecrîda giran de  ye. Di nokteya çareseriya pirsgirêka Kurd de rola meclîsê heye û divê her kes rola xwe bilîze, bi dîrokê re bê rû hev. Bila kes gelê Kurd nexapîne. Yekane mudaxat ne HDP ye. Divê her kes peywira xwe bîne cih. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Birêz Ocalane. Bila kes kesî nexapîne. Mîlyon Birêz Ocalan wek rêber nîşan dide. Cihê hevdîtin û muzakerê ne cihên veşarîne. Meclîse.”