MSD û Rêveberiya Xweser li gel rayedarên Rusya û Amerîkayê civiya

  • 14:43 25 Îlon 2021
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên MSD’ê û Rêveberiya Xweser li Moskowa û Waşintonê bi rayedarên her dû welatan re civiyan. Hat gotin civîn erênî derbasbûne, li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an li hev kirine. Her wiha Amerîkayê jî piştgiriya xwe ya ji bo MSD’ê û QSD`ê dubare aniye ziman.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê, duh li ser malpera fermî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) hate ragihandin ku li Moskov û Waşintonê bi rayedarên Rûsî û Emerîka re hevdîtin hatine kirin.
 
Têkildarî hevdîtina yekemîn a bi rayedarên Rûsyayê re ev agahî hatin parvekirin: “Bi vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, şandeyeke MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Îlham Ehmed, hevdîtin bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re, pêk hat.”
 
Her wiha hate diyarkirin ku hevdîtin erênî bû û li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an li hev kirine û îşaret bi girîngiya beşdarbûna MSD'ê di çareseriya siyasî de hate kirin. Dîsa li ser binpêkirinên dewleta Tirk a li ser serweriya Sûriyeyê nîqaş hatin kirin.
 
Her wiha malperê ragihand ku hevdîtin di çarçoveya hevdîtina şandeya MSD'ê bi serkêşiya Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di îlona 2020'an de pêk hatibû, hatiye kirin.
 
Têkildarî hevdîtina li Washingtonê jî ev agahî hatin parvekirin: “Berpirsên Koşka Spî ji şandeya MSD'ê re teqezî li sozdariya rêveberiya serok Joe Biden bi hevalbendiya bi QSD`ê re û mayîna hêzên welatê wî li herêmê kir, heta ku DAIŞ û şaneyên wê bi temamî bi dawî bibin û wê destekê bidin aramiya li herêmê.”
 
Li gorî malperê hevdîtin roja înê li Koşka Spî pêk hatiye û şandeya MSD`ê bi nûnerên payebilind ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li Koşka Spî hatine cem hev. Di hevdîtinê de piştgiriya DYA’yê ya ji bo MSD û QSD'ê hat piştrastkirin.
 
Her wiha hevdîtin bi endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê re hatin kirin. Li gorî malperê hevdîtin erênî derbas bûne û têde desteka Washîngtonê ya ji MSD'ê re hate teqezkirin û îşaret bi girîngiya xebatên QSD'ê di şerê li dijî terorê de hat kirin. Her wiha hate piştrastkirin ku hevalbendiya wan wê dewam bike.
 
Şandeyeke MSD`ê ya bi serkêşiya Îlham Ehmed hefteya borî gihaştibû Washîngtonê.