Salîha Aydenîz: Aştiyeke bi rûmet bi azadiya Ocalan pêkan e

  • 10:04 10 Îlon 2021
  • Ramyarî
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li dijî tecrîdê niha li Rojhilat Navîn û Ewropayê têkoşînek tê dayîn û got: "Pergala ku Abdullah Ocalan afirandiyê dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn û tevahiya gelan çareser bike. Ji ber ku pergal jiyaneke bi rûmet û hevpar diafirîne."
 
Di 27'ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê 288 roj in bi koma 50'emîn berdewam dike didome. Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê dest bi grevê kiribûn û grev 150 roj in didome. Her wiha li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Maxmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin û 267 roj in çalakî didome. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji ajansa me re behsa greva birçîbûnê kir û bandora tecrîdê ya li ser Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir. 
 
‘Dixwazin qeyrana heyî bêtir kûr bibe' 
 
Salîha, diyar kir ku têkoşîna ku li dijî faşîzmê tê dayîn di esasê xwe de li dijî tecrîdê tê dayîn û got: "Paradigmaya jiyana bi rûmet û azad ya Abdullah Ocalan dê bandorê li hemû gelan bike. Îqtîdar jî vê bandorê baş dizane. Ji ber vê sedemê jî 22 sal in îqtîdar kengê bikeve tengasiyê serî li Ocalan dide. Tecrîd bi komployeke navneteweyî tê pêşxistin. Nayê xwestin ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin û tê xwestin ku qeyrana ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn heyî bila bêtir kûr bibe. 
 
'Qeyraneke rêveberiyê heye'
 
Salîha, da zanîn ku rewşa ku niha Tirkiye di nav de ye bi tecrîdê re girêdayî ye û wiha axivî: "Niha welat bi polîtîkayên şer tê birêvebirin. Qeyrana siyasî û aborî girêdayî tecrîdê ye. Jixwe îqtîdar niha di nav qeyranê de ye. Rêbaza rêveberiyê ya Tirkiyeyê tecrîd û qeyûm e. Tecrîd rojave esasî ya Tirkiyeyêye. Ji muxalefetê bigirin heta civakê her kes bandora sala 2013-2015'an hîs kir. Tevahiya Tirkiyeyê bandora Birêz Ocalan dît. Hevdîtinên ku bi Birêz Ocalan re hatî kirin ji hêla herkesî ve hat dîtin û her kes zanî ku çareserî pêkane. Mutabakata Dolmabahçeyê ji 10 xalan pêk dihat. Ev xal ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo Gelê Tirkiyeyê jî xalên çareseriyê bûn."
 
‘Aştiyeke bi rûmet divê' 
 
Salîha wiha bal kişand ser daxwazên Gelê Kurd: "Gelê Kurd her tim li dijî şer bû. Li vir mîsyona Ocalan ji hêla gelek kesan ve hat fêmkirin. Îqtîdar jî û muxalefeta Tirkiyeyê jî baş dizane ke aştiya bi rûmet bi Ocalan re pêkane. Ne tenê li ser Gelê Kurd li ser Gelê Rojhilata Navîn bandora Ocalan heye. Pegala Ocalan hêvî dide her kesî."
 
‘Grev ji bo azadiyê ye' 
 
Hevseroka Giştî a DBP'ê Salîha, da zanîn ku îqtîdara AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer niha li ser piyan dimîne û wiha bi lêv kir: "Ne di siyaseta hindûr û ne jî ya li dervê de êdî meşruiyeta îqtîdarê nemaye. Gelê Kurd di 8'ê Adarê û Newrozê de peyamên xwe bi zelalî li qadan anî ziman û gotin "dem dema azadiyê ye û dema azadiya serokê me ye'. Divê ev peyam baş bê nirxandin. Divê êdî deriyê Îmraliyê vebe. Greva ku li girtîgehan hatî destpêkirin ne ji bo şikandina tecrîdê ye ji bo azadiya Birêz Ocalan e." 
 
‘Li girtîgehan pêkanîn dijmirovî'
 
Salîha di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa girtiyan: "Li girtîgehan li dijî tecrîdê niha grevên birçîbûnê hene. Ligel berxwedanê li girtîgehan sûcên dijmirovî tê jiyîn. Îro girtî bi daxwaza azadiya Birêz Ocalan di nav berxwedanê de nin û dixwazin şert û mercên li girtîgehan bê sererastkirin. Lê em dibînin ku her roj girtiyeke nexweş jiyana xwe ji dest dide. Bi cezayên disîplînê înfazên wan tên betalkirin. Lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Ev hemû tê wateya binpêkirina mafan."
 
'Li hemberî hemû beşên civakî tecrîd heye'
 
Salîha, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê niha têkoşînek tê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gelek qadan li dijî tecrîdê têkoşînek tê dayîn. Li her qadên jiyanê polîtîkayên tecrîdê li hemberî jin, zarok û hemû beşên civakê tê meşandin. Têkoşîn jî bo vê tê dayîn. Ligel têkoşîna girtî û malbatên girtiyan, di hemû mîtîng, meş û çalakiyan de em polîtîkayên tecrîd û faşîzm teşhîr dikin û têdikoşin."