‘NY û Hikûmeta Iraqê hevkariya êrişan dike’

  • 09:01 9 Îlon 2021
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Parlamenter Semra Guzel bal kişand ser êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê û got: "NY û hikûmeta Îraqê bi bêdengiya xwe hevkariya êrîşên dewleta tirk dikin." Rêvebera DBP'ê ya Rezanê Hasîbe Yazdik jî li hemberî êrişan banga yekitiya neteweyî kir.
 
Di 16'ê tebaxê de Tirkiye êrişî Suka Kevn a Şengalê kir û 2 kes jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bû. Rojek şûnde êrişê nexweşxaneya Sikeniya Şengalê kir û 4 kedkarên tenduristiyê di nav de 8 jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî jî di 3'yê Îlonê de serê sibê êrişê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Li vir jî zirareke madî gihaşt xanî û kargehan. Li hemberî êrişên ku pêk hatî de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel û rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rêzana Amedê Hasîbe Yazdik ji ajansa me re axivîn. 
 
'Şengal û Mexmûr hêj birînên xwe nepêçane'
 
Parlamenter Semra di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di salên 1990 û 1994’an de şêniyên Botanê ji ber zext û zordariyan bere xwe dan axa Herêma Federal a Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wargeha Mexmûrê di sala 1998’an de ji hêla Netewên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin. Lê belê tevî van yekan Tirkiyê dev ji êrîşên xwe yên li dijî Mexmûrê bernada. Li wargeha Mexmûrê niha 13 hezar mirov dijîn. Zeviya ku warê mar û dûpişkan bû, şêniyên wê dere xaka wê şîn kirin û pergala xwe li wir saz kirin. Ango li wir jiyanek jinûve ava kirin. Lê belê çawa ku ji gelê Şengalê re jiyaneke xweser nayê nas kirin ji bo welatiyên li Mexmûrê re jî heman tişt derbasdar e. Şengal û Mexmûr hêj birînên xwe yên bisalan nepêçaye. Herdu jî bi hewildanên xwe dixwazin bi vînekê azad jiyana xwe birêve bibin. Lê îro Tirkiyê ji wê mafê demokratîk re nikare tehamûl bike. Tevî van yekan ji xwe re maf dibîne ku wargehekê di bin sîwana NY'ê de ye bomberan bike.”
 
‘NY û Hikûmeta Iraqê hevkariya wan êrişan e’
 
Semra destnîşan kir ku Mexmûr ne tenê ji hêla Tirkiyê ve bi êrîşan re rûbirû dimîne di heman demê de jî du sal in bi amborgoyê re rûbirû ye. Semra, diyar kir ku Wargeha Mexmûr hatiye tecrîd kirin û got: "Di 28’ê tebaxê de li Bexdayê konferansa 'Bi Bexdayê re hevkarî û şirîkî' hat lidarxistin. Li ser navê Tirkiyê Wezaretê karên derveyî Mewlût Çavuşoglu beşdarî konferansê bû. Piştî wê konferansê Şengal û piştre jî Mexmûr ji hêla Tirkiyeyê ve hatin bomberan kirin. Piştî wê konferansê Meclîsa Mexmûrê ya gel daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku 'Balafirên şer fikarek mezin pêk tîne û xwestibûn ew balafirên şer bê sekinandin'. Lê belê ne ji NY û ne jî ji hikûmeta Iraqê têkîldarî mijarê de daxuyaniyek da û îro em dibînin ku Mexmûr tê bomberankirin. Ango em dikarin bêjin ku NY û Hikumeta Iraqê hevkariya wan êrîşan e. Em bi awayekî aşkere dibînîn ku di wê konferansê de armanc êrîş û dagirkirina herêmên ku kurd lê bi cîh bûne ye.”
 
'Şengal û Mexmûr dê berxwedana xwe bidomînin' 
 
Semra anî ziman ku tevî van êrîşan ne mexmûrî û ne jî şengalî serî natewînin û wiha pêde çû: “Şengalî çawa ku li dijî DAIŞ'ê berxwedanek mezin da dê îro jî li hemberê êrîşên dewleta tirk li ber xwe bidin. Dîsa mexmûrî jî heta îro seknekî berxwedêr nîşan daye îro şûnde jî êrîşên dewleta tirk qebûl neke û dê xwedî li pergala demokratîk derdîkevin. Li wir yên ku peywira xwe nayînin cîh hêzên hegemonîk in ku bi polîtîkayên xwe yên qirêj sûcê mirovahiyê dikin. Divê hemû kes li hemberê wan êrîşên helwesta xwe bi awayekî diyarkirî nîşan bide. Li hemberê wan êrîşan rêya yekser berxwedan û têkoşîn e.”
 
'Divê NY erka xwe bîne cih'
 
Rêvebera DBP’ê ya Rêzanê Hasîbe jî destnîşan kir ku li Mexmûrê têkoşîneke tê dayîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ew du sal in li hemberî Mexmûrê hem ambargo heye hem êrîş hene. Êrîşên li dijî Mexmûrê rewşekê şermezar kirinê ye û bi teqez nayê qebûlkirin. Ji ber ku tu wîjdan ew êrîşên ku li hemberî kurdan pêk tê qebûlnake. Wargeha Mexmûr di bin parastina NY'yê de ye lê îro NY li hemberî wan êrişan deng dernaxa. Divê NY erka xwe bîne cih."
 
'Pêdiviya me bi yekitiyê heye' 
 
Hasîbe di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya yekitiya neteweyî û wiha bi lêv kir: "Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin lê di heman demê de helwesta Herêma Federal a Kurdistanê jî şermezar dikin. Heta ku ew tovên xiyanetê ji nav kurdan dernekeve yekitî jî çênabe. Bila êdî Barzanî û PDK'ê dev ji wê xiyanetê berdin û ji bo yekitiyê hewil bidin. Em wek kurd avakirina yekitiya neteweyî daxwaz dikin û em dizanin ku pêdiviya me ya sereke yekitî ye. Êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê girêdayî tecrîdê ye. Li Rojhilata Navîn kaosek mezin heye. Sedema wê kaosê jî bêguman tecrîda li ser birêz Ocalan e. Heta ku rêya diyalogê neyê vekirin ew kaos jî nayê çareserkirin."