Ebru Gunay: Îqtîdarê bersîva 'dikarim hefteyekê' çareser bikim bi şer da

  • 14:37 5 Îlon 2021
  • Ramyarî
 
RIHA - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay ku di Kongreya partiya xwe ya Pirsûsê de axivî, bal kişand ser tecrîdê û got, "Polîtîkayên şer çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê ku berdewam dike digirin. Birêz Oclan nûnerê aştiyê ye. Bersîva îradeya ku got, 'derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de çareser bikin' bi şer hat dayîn."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pirsûsê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li avahiya partiyê pêk hat. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes tevli kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên wek “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin daliqandin. 
 
Polîtîkayên şer encama tecrîda li Îmraliyê ye 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di kongreyê de axivî. Ebru da zanîn ku Pirsûsê bajarê têkoşînê ye û rol û rista Pirsûsê ya di serdema berxwedana Kobanê de bi bîr xist. Ebru got di têkoşîna azadiya Gelê Kurd de navçeya Pirsûsê bedelên mezin dane. Ebru destnîşan kir ku ew ê bi mezinkirina siyaseta HDP’ê bersiva herî mezin bidin polîtîkayên şer û kûrkirina tecrîdê ya ji aliyê îqtidarê ve pêk tê. Ebru diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar derkevin û got ku ew ê xeta heqîqeta azadiyê bihûnînin. Ebru anî ziman ku çavkaniya berdewamkirina polîtîkayên şer tecrîda li Îmraliyê ye û heta azadiyê dê têbikoşin û wan berê jî dît ku fikrên Ocalan çawa aştî pêk anîne. 
 
Piştî axaftinên hatin kirin Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya ji bo hevserokatiya navçeya Pirsûsê hatin bijartin.