Gulcîhan Şîmşek: Em li her derê ne

  • 09:01 17 Tebax 2021
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
AMED - Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derê ne" li bajaran hevdîtina gel pêk tên. Aktîvîsta TJA’ê Gulcîhan Şîmşek bal kişad ser kampanyaya û got: "HDP xwe bi rêxistin dike û mezin dike. Gel jî bi rêxistinbûnê helwesta xwe mezin dike."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî kampanyaya “Ji bo her kesî edalet” dest bi kampanyaya “Em HDP’î ne, li her derê ne” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de HDP li herêm û Tirkiyeyê hevdîtinên gel pêk tîne. Têkîldarî mijarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek ji ajansa me re axivî. 
 
‘Em HDP’î ne, li her derê ne’
 
Gulcîhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya her du kampanyayên HDP'ê û got: "Hem kampanyaya 'Ji bo her kesî edalet', hem jî kampanyaya 'Em HDP’î ne, li her derê ne' ji bo civakê girîn bû. Me bêedaletî, bêhiqûqî û qeyranên aborî û siyasî yên li Tirkiyeyê tê jiyîn bi çavê gel dît. Li Tirkiyeyê pergala ku qîmetê dide jiyana mirovan nîne. Em jin pêşengiya van kampanyayan dikin. Kampanyaya 'Em HDP’î ne li her derê ne' bi taybetî li dijî girtina doza HDP'ê û li dijî zext û êrişan gavek girîng bû."
 
‘Em li ser pirsgirêkên sereke rawestiyan' 
 
Gulcîhan, diyar kir ku HDP’ê bi kampanyaya xwe li ser pirsgirêkên civakê disekine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Naveroka kampanyayê di civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê, civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî ya partiyê û Meclîsa Partiyê de berfirehî hat nîqaş kirin û zelal kirin. Di çarçoveya kampanyayê de em bi taybetî li ser pirsgirêkên serekê yên civakî rawestiyan. Qirkirina ekolojî, kuştina jinan û pirsgirêka aboriyê mijarên me yên sereke ne. Me di çarçoveya kampanyaya 'Ji xizaniya jinê re na' ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de xwe gihand gelek jinan. Jinên ku li malê ne, jinên ku karkeriya demsalî dikin û jinên ku li fabrîkayan de dixebitin me xwe gihand wan jinan. Me encamên wan hevdîtinan rojên borî aşkera kiribûn."
 
‘Gelek pirsgirêkên ku bên çareserkirin hene’
 
Gulcîhan da zanîn ku mixabin niha pirsgirêkên ku gel dijî ji hêla desthilatdariyê ve nayê dîtin û wiha bi lêv kir: "Mixabin muxatabê daxwazên gel nîne. Em wek jin li pey çareseriyê ne. Herî dawî me dît ku komkujiya nijadî ku li Konyayê pêk hatî de tirsa gel hîn zêdetir bû. Her wiha êrîşa li dijî penaberan jî êdî bû pirsgirêka civaka tirk. Ew kampanyayên ku em dimeşînin nîşan dide ku gelek pirsgirêkên ku bên çareser kirin hene. Mînaka herî girîng ez dikarim Meletî nîşan bidin. Ji Riha û Şirnexê jin berê xwe didin Meletî ji bo komkirina qeysiyan. Lê keda ku ew didin û pereyên ku digirin ji hevdû nagirin. Pereyê ku digirin tera rojekî nake. Her wiha herî zêdê xwendevan li vir dixebitin. Ji ber ku xwendekar karek din nîne ku bikin û berê xwe didin karkeriya demsalî. Ev tişt mafdariya kampanyaya me carek din nîşanda."
 
'HDP bi rêxistinbûnê xwe mezin dike'
 
Gulcîhan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên HDP'ê: "Em êrîş û hedef girtina HDP’ê ji nêz ve dişopînin. Herî dawî li Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetîlkirin. Dîsa HDP wek berpirsê şewata daristanan hat nîşandan. Zîhniyeta AKP-MHP’ê dixwaze li dijî HDP’ê hişmendiyek ava bike. Lê belê gel bi van kampanyayan xwedî li HDP’ê derdikeve. Di çarçoveya kampanyaya 'Em HDP’î, ne li her derê ne' HDP, tax bi tax, gund bi gund, bajer bi bajêr diçe serdana gel. HDP xwe bi rêxistin dike û mezin dike. Gel jî bi rêxistinbûnê helwesta xwe mezin dike."
 
‘Em li her derê ne' 
 
Gulcîhan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Naveroka kampanyaya me li ser daxwazên civakê pêş dikeve. Siyaseteke qirêj heye û bi agahiyên Sedat Peker jî ew siyaseta qirêj zêdetir derket holê. Bi her awayî li Tirkiyeyê talan û kaosê heye. HDP’ê li dijî wan di nav têkoşînê de ye. Em jin li her derê ne û dê li her derê bin."