Salîha Aydeniz: Ev sedsal, sedsala azadiya Birêz Ocalan e

  • 15:45 12 Tebax 2021
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Di çarçoveya kampanyaya "Em li dijî Faşîzmê xwe bi Rêxistin Dikin" li Geverê hevdîtina gel pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz di hevdîtinê de wiha got:"Ev sedsal, sedsala azadiya Birêz Ocalan e."
 
Hevdîtinên di çarçoveya kampanyaya "Em li dijî Faşîzmê xwe bi Rêxistin Dikin" de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk didomin. Heyetê li Eywaneke dawetê ya Geverê hevdîtin pêk anî. Bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bûn. Pankartên bi nivîsên "Êdî bes e dem dema azadiyê ye","Em tecrîdê bişkînin azadiyê bînin","Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" li eywana hevdîtin lê hat kirin hatin daliqandin. Salîhan û Berdan bi dirûşm û çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
'Plana tunekirinê bi encam nebû'
 
Salihaya axaftina ewil kir diyar kir ew li Colemêrgê her bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin û wiha got:"Îktidara AKP'ê zilma bi sedan salan e li ser kurdan tê meşandin hîn zêdetir dike û hewil dide xwe wiha li ser piyan bisekîne. Tu êşên nema be bi kurdan neda kişandin lê belê kurdan ziman, ax û çanda xwe parast û hîn li ser piyan e. Bi dehan îktidaran ji ber meseleya kurd çareser nekin tune bûn. AKP-MHP jî di heman rewşê de ne. Ji zilm û zordestiyê heta roja îro tu encam negirt. Ew ê ji niha şûnde jî negire. Ew tu carî polîtikaya tunekirinê ya AKP-MHP'ê ev şeş sal in pêk tînin bi encam nebe."
 
'Ev sersal, sersala azadiya Birêz Ocalan e' 
 
Salihayê bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîdê û wiha dewam kir:"Îro tecrîda herî mezin li Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê hemû welat dorpêç kiriye. Di bingeha hemû pirsgirêkan de tecrîd heye. Bila vêya baş bizanibin heta Birêz Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome. Çimkî her dizane felsefe û fikrên Birêz Ocalan dikare ji qeyrana cîhanê re bibe çareserî. Ev sersal, sersala azadiya Birêz Ocalan e. Li her derê dinyayê ji bo azadiya Birêz Ocalan çalakî tên lidarxistin. Dîsa divê em piştigiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan. Çimkî daxwazên girtiyan hiqûqî, exlaqî û wîjdanî ne. Dewamkirina tecrîdê tê wateya dewamkirina qeyranê. Ji ber meseleya kurd çareser nabe pirsgirêk jî çareser nabin. Muxatabê vê meseleyê jî Birêz Ocalan e."
 
'Kesên ku li dijî yekitiyê ne dê hesabê bidin'
 
Salîha, diyar kir ku kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir û got: "Kurd di her qada jiyanê de xwedî vîn û hêzekî ye. Îro wekî tirkan dewletên din jî dixwazin cudakariyê bixin nav kurdan û kurdan parçe bikin. Lê bila mixabin dê teqes yeketiya kurdan pêk bê. Kesên ku li hemberî tifaqa kurd dibin asteng dê li hemberî gel û dîrokê hesabê bidin. Bi gotinê yekitî pêk nayê, ji bo yekitiyê divê gavên şênber bên avêtin. Yekitiya neteweyî ne ji bo berjewendiya eşîr û malbatê pêk tê, divê ji bo berjewendiya tevahiya Gelê Kurd pêk bê. 
 
'Ev sedsal sedsala azadiya Birêz Ocalan e'
 
Salîha di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser destkeftiyan: "Îqtîdar bi destê xwe yê qirêj destkeftiyên jin, ciwan û gel desteserdike. Lê divê bê zanîn ku gelê me li her derê li ser piyan e û di nav berxwedanê de ye. Li her çar parçeyên ku kurd lê dijîn de têkoşîn û berxwedan heye. Em tu carî paşve gav navêjin. Ev sedsal dê bibe sedsala kurd û sedsala azadiya Birêz Ocalan."
 
'An azadî yan azadî...' 
 
Hevserokê giştî ya KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser zextên li hemberî kurdan û wiha axivî: "Di sala 2015'an de difikirin ku tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan giran bikin û hewldana statuya kurdan a ji 4 parçeyên têk bibin. Bi kuştin, dagirkirin, girtin û hilweşandina bajaran hûn nikarin kurdan xilasbikin. Hûn çi bikin jî kurd tu carî dev jî rûmeta xwe bernadin. Divê herkes bizane ku ev ax axa Kurdistanê ye. Muxatabê çareseriya pirsgirêk kurd li Îmraliyeyê û Birêz Ocalan e. Kurd sed sal in bi pergala heyî re pirsgirêkan dijî û pêwiste ev pergal biguhere. Ji bo guherînê jî em ê li ber xwe bidin. Em dibêjin an azadî yan azadî."
 
Piştî axaftinan beşdarvan nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman.