'Îktidar bi meseleya kurd hewil dide temenê xwe dirêj bike'

  • 14:54 9 Tebax 2021
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz di hevdîtina bi esnafan a li Colemêrgê de bal kişand ser meseleya kurd û wiha got:"Îktidar bi neçareserkirina pirsgirêkên gelê kurd xwe dixe paş perdeyê û hewil dide temenê xwe dirêj bike."
 
Di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" de bi dirûşma "Li hemberî faşîzmê em xwe bi rêxistîn dikin" bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz serdana esnafên li sîteya sanayiyê hat kirin. Rêveberên HDP'ê yên Colemêrgê jî beşdarî serdanê bûn. 
 
'Îktidar bi meseleya kurd hewil dide temenê xwe dirêj bike'
 
Saliha Aydeniz a di serdana esnafan de axivî wiha got:"Di çarçoveya kampanyaya me li Kurdistanê da destpêkirin em kuçe bi kuçe mal bi mal digerin û li derdê gel guhder dikin û ji bo yekîtiya neteweyî em xebatê didin meşandin. Em fikir û ramanên gel jî didin ber çav. Îktidar bi neçareserkirina pirsgirêkên gelê kurd xwe dixe paş perdeyê û hewil dide temenê xwe dirêj bike."
 
Piştî serdana esnafan ji bo hevdîtina malbatan şande derket ser rê.