Serpîl Kemalbay: Dixwazin hiqûqê ji holê rakin

  • 09:03 12 Hezîran 2021
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê, Serpîl Kemalbay, diyar kir ku 4’emîn Pakêta Darazê ya bi destê AKP-MHP’ê tê amadekirin wê di dozên  kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de bêcezabûnê bîne û got: “Parlamento bûye wek noterê. Ger ku têkoşîna civakî bilind nebe wê bikaribin derxînin.” 
 
Di bin serokatiya Cigirê Serokomar Fuat Oktay de di çarçoveya ‘Belgeya Stratejiya Reforma Darazê' de 4’emîn Pakêta Darazê hatibû amadekirin û sererastkirinên wê hefteya borî bi tevlîbûna rêveberên koma meclîsa AKP’ê di civakînekê hat nîqaşkirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay daxuyakirin ku pakêt wê polîtîkayên bêcezabûnê bidomîne û armanca wê sazîkirina faşîzmê ye. Serpîlê her wiha got heta ku daxwaza jiyaneke nû ya gelan bidome, ev ne pêkane ku pêk bê.
 
‘Hewldana mayîndekirina faşîzmê’
 
Sepîl, destnîşan kir ku pakêta darazê bi armaca çewisandina muxalefeta civakî û berdewamkirina pergala talanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desthilatdarî ji bo mayîndekirina faşîzê serî li her rê dide. Destilatdarî hewl dide pergala darazê li gorî xwe dîzayn bike. Ev qanûn dij demokratîkin û ne li gorî Destura Bingehîn a 12’yê îlonê ye jî. Li dijî peymanên navneteweyî, li dijî peymana mafê mirovan a Ewropayê li dijî mafên mirovan a gerduniye. Van xalên li dijî hiqûqî tînin gel hev û wek reform bi me didin qebûlkirin.”
 
‘Siyasetmedaran bê deng dikin'
 
Serpîlê her wiha bi lêv kir ku desthilatdarî hewl dide rejîma sermaya neolîberal a xwe dispêre hêza keda erzan, ferz bike û wiha pê de çû: “Desthilatdarî xwe dirêjî Suriye û Iraqê dike û dixwaze bi vê ferasetê pirsgirêka kurd girantir bike. Ji bo neolîberal kapîtalîzmê  bidomînin û pirsgirêka kurd înkar bikin hewce bi faşîzmê dibînin. Ji ber vê jî hewl didin hemû destura bingehîn û hiqûqê ji holê rabikin. Hemû armanc eve ku  lêgerîna maf a gelan bêdenb bikin. Armanca wan ev e ku siyasiyan bêdeng bikin, mafê parastinê ji dest bigirin, lêgerîna maf ji holê 
 
‘Wê pêşiya bêcezabûnê vebikin’
 
Serpîl, destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide hemû peyman û qanûnên ku wekheviya jin û mêr diparêze û mafê jiyanê di parêze, ji holê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Parlamento bûye wek noterê. Ger ku têkoşîna civakî zêde çênebe wê bikaribin derxînin. Wê qanûn bi kêfî bê bikaranîn. Wek di weqfan de di Ensaran de pêk hat, wek mirina Nadîra Kadîrova ya li mala parlamenterekî bi çeka parlamener hat kuştinê. Ger ku pişt bigihêje wê desthilatdariya rizyayê wê qet lêpirsîn jî çênebe. Rejîma yek mêrî kujerên jinan, diza, firoşkarên hişbirê bi bêcezabûnê xelat dike û cesaretê didê.”