Ebrû Gunay: Em ê pergala tarî biguherînin

  • 16:00 7 Hezîran 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser geşedanên siyasî yên dawiyê û got: "HDP bi piştgiriya gel, kes û pêkhateyên ku li ser wan ava bûye navenda muxalefetê ye. Ev kevneşopî û aqilê stratejik, dikare namzetekî ku civakê diparêze û gel baweriya xwe pê tîne derbixe. Ev gel ne mecbûrî we û tifaqa we ye."
  
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Ebrû Gunay, di navbera civîna Lijneya Rêveberiya Giştî (MYK) ya partiya xwe de civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de axivî. 
 
Ebrû, di destpêka axaftina xwe de derbarê hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîranê de nirxandin kir û ev tişt got: “Îro 7’ê hezîranê ye û salvegera serkeftina milyonên ku bi salan nasname, hebûn û daxwazên wan hatine înkarkirin e. 7’ê hezîranê serkeftina siyaseta li dijî feraseta tekparêz û milyonên ku dibêjin siyaset û jiyaneke din pekan e.”
 
'Em ê pergala tarî biguherînin'
 
Ebrû, bi bîr xist ku piştî serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê AKP’ê welat ber bi şer ve defandiye û bi van gotinan bal kişand ser polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilata AKP’ê: “Em careke din destnîşan dikin ku polîtîkayên neçareserkirinê yên Pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê tênheman wateyê. Polîtîkayên şer û ewlehiyê tecrîdê xwedî dikin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê tecrîda rabe. Rexmî zext û zordariyê jî lêgerîna gelên Tirkiyeyê ya azadî û jiyana demokratîk bilind dibe. Em tev bi hev re tugle vekişînin û vê pergala tarî biguherînin. Wê HDP’ê têkoşîna xwe mezin bike û bigihîne serkeftinê. Heke em hêzên xwe bikin yek wê derfetên me mezintir bibin.”
 
'Muxalefet radibe aqil dide'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ebrû, bersiva daxuyaniyên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ên derbarê HDP’ê de jî da û ev tişt got: “Bûn şahidê hevsengiya ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de ava dike. Bi bername, şert û rêziknameya HDP’ê dizanin. Rexmî ku ev tê zanîn jî serokeke partiya muxalefetê radibe aqil dide HDP’ê ku namzet derbixe. Destpêkê pêwîstiya me bi aqilê we tuneye. HDP ne ew partî ye ku hêza wê weke agirê kayê gur bibe û piştre vemire. Koka HDP’ê nagihîje sêgoşeya mafya, dewlet-siyasetê.”
 
'Gelên Tirkiyeyê ne mecbûrî we ne'
 
Ebrû, destnîşan kir ku HDP tifaqa rêya sêyemîn û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “HDP bi piştgiriya gel, kes û pêkhateyên ku li ser wan ava bûye navenda muxalefetê ye. Ev kevneşopî û aqilê stratejik, dikare namzetekî ku civakê diparêze û gel baweriya xwe pê tîne derbixe. Ev gel ne mecbûrî we û tifaqa we ye. Heta ku HDP li vî welatî hebe ne pekane ku faşizm û zihniyeta ku înkar û pişaftinê qebûl kiriye bigihîje armanca xwe. Gelên Tirkiyeyê ne mecbûrî we ne.”