Huda Kaya: Bedelên ku telefiya wan tune hat dayîn

  • 09:01 7 Hezîran 2021
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku bi hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an re di pêvajoya 5 mehan de travma û bêhêviyê mezin hatine jiyîn û di dema ku mirov di hawira aştiyê de dijiyan de AKP’ê gel bi tabloyek giran re rûbirû hiştiye.
 
Di 18 sal desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê koas, pevçûn û komkujî tên jiyîn. Bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê re pêvajo hîn bêtir dijwar bû, di 7 salan de operaysonên qirkirina siyasî yên li hember kurdan berdewam kir, êrîşê li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam kir, binçavkirin û girtin bê navber hatin meşandin.
 
Hilbijartinên 7’ê Hezîranê, di navbera HDP û AKP’ê de bi sor bû. Di mîtînga 5’ê Hezîranê ya li Amedê de êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê pêk hat. 5 kesî di êrîşê de jiyan xwe ji dest da, 400 kes birîndar bûn.  AKP’ê yekem car li meclîsê hejmarek xwe ya zêde winda kir. HDP’ê dengên xwe zêde kir û bi 80 parlamenterî ket meclisê.
 
Pêvajoya çareseriyê
 
Di 2009’an de di navbera MÎT û PKK’ê de hevdîtinên Oslo pêk hatin û piştre di 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin. Di pêvajoya çareseriyê de li Tirkiyeyê pevçûn hatin sekinin û gel bîhna xwe girt. Di bûyerên 6-8’ê cotmehê de êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kovanê jî pêvajoya çareseriyê hejand. Ji bo pêvajo bidawî nebe HDP’ê her tim bi hikûmetê re hevdîtin kir. Di 20’ê tîrmehê de ciwanên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SDGF) çûn Rihaye û wê alîkarî bibirana Kobanê. Lê DAIŞ’ê êrîşa bombeyî pêk anî û vê pêvajo ber bi nebaşiyê ve bir. Du roj piştî komkujiya Pirsûsê li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin ev bû sedema bidawîbûna pêvajoyê. Desthilatdariyê berpirsê kuştina du polîsan PKK nîşan da. Her çiqas PKK bêje eleqeya wan bi bûyera Serêkaniyê tune ye jî di 17’ê tîrmeha 2015’an de serokomar Tayyîp Erdogandaxuyan ku ew, "Mutabakata Dolmabahçe’ ku  bi tevlîbûna, AKP û HDP’iyan hatibû amadekirin, nas nakin. 
 
Rêveberiyên xweser hatin îlankirin
 
Di 10’ê tebaxê de ji Şirnex, Amed, Mêrdîn, Geverê daxuyaniyên îlankirinên rêvberiyên xweser, hatin. Erdogan di 11’ê tebaxê de daxuyanî da û got "Kî wan daxuyaniyan dide wê bedelên giran bide".  Piştî daxuyaniyê pevçûnên dijwar destpêkirin. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bihezaran ji warê xwe bûn.
 
AKP dîsa ket hilbijartinê
 
Giranbûna pevçûnan, her ku windakirina hêzê ya AKP’ê, rê li ber hilbijartinên nû vekir. Di 26’ê tebaxa 2015’an de Erdogan daxuyand ku wê hilbijartin bên nûkirin. Vê rê li ber bertekên mezin vekir. Dîroka nû 1’ê Mijdarê hat aşkerakirin. Piştî vê pevçûnan berdewam kir û di 6’ê îlonê de li Daglica di pevçûnê de 16 leşkerî jiyana xwe ji dest da û  li ser vê daxuyaniyên dijminî yên hikûmetê, pêşî li êrîşên li hember HDP’ê vekir.
 
Komkujiya Gara Enqereyê
 
Hilbijartinên hezîran û 1’ê Mijarê li welat bêhêviyek mezin afirand.  Êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat jî, nîşan da ku pêvajo hatiye kîjan astê. Di êrîşa li hember mîtînga li Gara Trînê ya Eneqereyê pêk hat de 102 kesî jiyana xwe ji dest da. Malbatan bi salan têkoşîna edeletê dan. Serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu derbarê êrîşa DAIŞ’ê de axivî, DAIŞ û PKK nîşan da û wek ‘terora kokteyl’ nîşan da.
 
AKP gihişt rêjeya mezin a dengan
 
AKP’ê dengên ku di hilbijartina hezîranê de bi dest nexist di hilbijartinên mijdarê de girt. HDP’ê jî qezenca bidestxistibû di yên mijdarê de negirt. Erdogan derfeta rejîma yek mêrî ya ku dixwest bidest xist. Bi vê rejîmê re di AKP’ê de parçebûnek hat jiyîn û 6 meh piştî hilbijartinan Ahmet Davutoglu li ser daxwaza Erdodan ji serokwezîr û serokatiya giştî îstîfa kir.
 
‘Em bi her cureyê êrîşê re hatin rû hev’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn HDP’ê yekem car wê demê biryar daye ku bikeve hilbijartinan û desthilatdariyê nedixwest HDP bikeve hilbijartinan. Hudayê wiha got: “Her tim bi lîstikan hewl dan ku HDP nekeve hilbijartinan. Piştî HDP’ê biryar da ku bikeve hilbijartinen ev êrîş bidawî nebûn. Ji bo me di bin bendê de bihêlin serî li her cureyê êrîşê dan. Girtin, binçavirin, şewitandina nûneriyên aydê partiya me, lînç, êrîş, bombekirin û her wekê din. Di şert û mercên newekhev de em ketin hilbijartinê.”
 
‘Em bi atmosferek polîtîk re hatin rû hev’
 
Hudayê daxuyakirin ku HDP bi rêjeyek mezin ketiye meclîsê û ev tişt daxuyand: “HDP ji bo her alî Tirkiyeyê bû çavkaniya hêvî û sempatiyê. Em di sindoqan de bi atmosferek polîtîk a nû re hatin rû hev. AKP’ê ev têkçûn qebûl nekir. Piştî vê dest bi kumpas û lîstikên nû kirin. HDP rastî gelek êrîşan hat. Di pêvajoya 5 mehan a ji hezîranê heta Mijdarê de welat ber bi şer û kaosê ve çû. Li pey hev teqîn pêk hatin. Li hember mîtîngên me partiya me êrîş pêk hatin. Li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin. Bedelên mezin ku telefiya wê tune hatin dayîn.  Komkujiya Pirsûsê û li pey wê komkujiya Enqereyê. Vê atmosferê êşên mezin û kûr yên nayên jibîrkirin vekir.”
 
‘Gel hêviya xwe winda kir’
 
Hudayê bi lêv kir ku wê pêvajoya 5 mehan de desthilatdariyê hewaya tirsê pir baş birêve biriye û bi vî awayî ketiye hilbijartinên mijdarê û got: “Mirov bê çare hiştin. Bi rêveberiya psikolojiya girseyî, hawira ku wê di 1’ê Mijdarê de bibe desthilatdar afirand. Hêviya gel hat hiştin. Li dijî van pêkanînên desthilatdariyê bedelên giran hatin dayîn. Em bi tabloyek giran re hatin rû hev. Lê têkoşînê berdewam kir. Li dijî vê zîhniyeta tarî ya AKP’ê ku vê tabloya reş ferz dike, yên serkeftî her tim wê em bin û em ê têkoşîna xwe her tim bidomînin.”