Meral Daniş:Îradeya dikare welat rizgar bike tê tecrîdkirin

  • 16:55 2 Hezîran 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş hişyariyên Ocalan bi bîr xistin û got: “Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin. ” 
 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Meral diyar kir ku ew di nava du Tirkiyeyan de dijîn, yek ji vê Tirkiyê ya qesrê ye û yek jê jî Tirkiyeya xizanî, bêkarî û xelkê ye û xelkê bi birçîbûnê edeb dikin. Meral da zanîn ku qedexeyek giştî ya bêewle heye û di vê pêvajoya jê re dibêjin “asayî” bi ser 10 milyon kes re bêkar e û 20 milyon însan jî di bin sînorê birçîbûnê de dijî. Meral destnîşan kir ku di her warî de îqtidara herî xerab îqtidara AKP’ê ye. Meral da zanîn ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan duh êvarê di beranmeya televîzyonekê de heqaret li welatî, esnaf û xebatkaran kiriye. 
 
Meralê bal kişand ser gotinên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker û li mikur hatina wî û got: “Hesab pirsînek heye. Şerê hêz û îqtidarê heye. Her kesên ji bilî xwe kirine xayînên welat û terorîst nîşan didin.” 
 
‘Dixwazin siyaseta demokratîk tune bikin’ 
 
Meral bal kişand ser biryara Wezareta Karên Navxweyî ku derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek û Parlamenterê HDP’ê yê berê Nadîr Yildirim ku wan li “lîsteya sor” zêde kirine û got: “Ji bo ku siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin û muxalefetê bêtesîr bikin, her tiştî dikin. Ev hewldan doz û lêpirsînek komployê ye. Siyasetmedarê ji lîderê mafyayê meaş digire heye. Van kirinên xwe dernaxin holê û eşkere nakin, lê rabûne Kamûran Yuksek û Nadîr Yildirim dixin nav lîsteya sor. Ji bo ku kesek li vî welatî ceza bigire, tenê li dijî AKP’ê be têr dike. Di astek ku daraz di vê rewşê de her kes dikare ceza bigire. Xelatkirin û lîsteya sor karûbarên pergala mafyatîk e.”
 
'Heta çareserî pêk neyê wê ev pergal berdewam be' 
 
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hişyariyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê têkiliya dewlet-mafya-siyasetê û got: “Pirsgirêka kurd çareser nekirin, lê welat anîn ber têkbirine. Astengiya çareseriyê berdewam dike. Astengkirina rêya çareseriyê ya bi girankirina tecrîda li Îmraliyê li dijî Ocalan didomînin. Em vê dibêjin; heta ku çareseriyê asteng bikin, wê Tirkiye nikaribe ji vê pergal û rêxistinên mafyatîk rizgar bibe. Tecrîd ji sala 2015’an ve berdewam dike. Îradeya ku dikare pirsgirêka kurd çareser bike, hûn wî tecrîd dikin. Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin. Helbet ev tecrîd ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Gotinên ku birêz Ocalan ji bo Tirkiyê gotibû yek bi yek diqewimin.” 
 
‘Girtî terkî mirinê hatine kirin’ 
 
Meral anî ziman ku ew çûye serdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê dimîne û got: “Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna Emîn Ozkan hene û bi mirinê re rûbirû mane. Kêlî bi kêlî wan dişînin mirinê. Daxwazên me yên têkildarî girtiyên nexweş de bi temamî wîjdanî û mirovî ne. Îqtidarek ku mafyayan, çeteyan ji girtîgehê derdixe û wan li otelên pênc stêrk diezimîne, girtiyên siyasî dişîne mirinê. Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û di nava van 10 rojan de heft caran rakirine nexweşxaneyê. Niha hêj li nexweşxaneyê ye û hêj nehatiye berdan. Qet nebe berdin bila xatirê xwe ji malbata xwe bixwaze.” 
 
‘Bi operasyonan re pirsgirêk mezintir dibe’ 
 
Meral di axaftina xwe de pirsên rojnamevanan bersivand û têkildarî sînyala operasyonek gengaz ku Serokkomar Erdogan ji bo Kampa Mexmûrê da jî wiha got: “Em her tim dibêjin divê bi rêyên dîplomatîk pirsgirêk werin çareserkirin. Çareseriya vê li hundir e, ne li derve ye. Bi operasyonên ku dikin re tenê pirsgirêk mezintir dibin. Armanca sereke ya operasyonan ew e ku dijmintiya li hemberî gelê kurd e. Heta ku dev ji vê dijmintiyê bernedin, Tirkiye nikare bi ser bikeve.”