Bêrîvan Kutlu: Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin

  • 09:01 20 Gulan 2021
  • Ramyarî
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Hevşaredara HDP’ê Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê û got: "Tu hêviya me ji hiqûqa navxweyî û navneteweyî nemaye. Divê em li dijî tecrîdê bibin yek û xwedî li daxwazên girtiyan derkevin." 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome. Parêzerên Abdullah Ocalan, piştî 8 salan di navbera 2-22'yê gulan, 12-18'ê hezîran û 7'ê gulana 2019'an de çûbûn Îmraliyê. Di nava 22 salan de tenê 2 caran bi telefonê bi malbatê re axivî. Cara ewil di 27'ê nîsana 2020'an de tenê 20 deqîqeyan bi telefonê axivî. Herî dawî jî li ser îdeayên medya civakî belav bûn, piştî berteka civakê ya zêde di 25'ê adara 2021'an de li Edliyeya Rihayê tenê 4.5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. 
 
Li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê mijdara 2020'an de girtiyên PKK'yî û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê kirin. 175 roj in greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin, çalakiya li vir jî 155 roj in didome. Dîsa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ve li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê çalakî hat destpêkirin û çalakî 137 roj in didome.  
 
Derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê ya Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu ji ajansa me re axivî. 
 
'Hiqûqa navneteweyî bêdeng e'
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de tecrîdê şermezar kir û wiha axivî: "Birêz Abdullah Ocalan xwe di nava civakekê daye qebûl kirin. Îro di kesayeta birêz Ocalan de bi mîlyonan kes tên tecrîtkirin. Bi dîl girtina birêz Ocalan hiqûq û edalet hat binpêkirin. Mafên wî hatiye binpêkirin û bi tecrîdê re rûbirû maye. Mixabin li vir hiqûqa navxweyî û navneteweyî li hemberî birêz Ocalan çav û guhê xwe girtiye. Dibêjin min nedîtiye, nebihîstiye û neaxifim."
 
'Mafên girtiyan tê binpêkirin'
 
Bêrîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve hatî destpêkirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kesên ku dibêjin ez mafê mirovan û girtiyan diparêzim bila li hember bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Di 27’ê mijdara 2020’an de girtî li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Tirkiyeyê mafê hemû girtiyan tê binpêkirin. Çalakiya ku hatî destpêkirin çalakiyeke meşrû û xwezayî ye. Pêwîste em bibin dengê girtiyan, ji ber ku îro ji bo pêşeroja me di grevê de nin. Hevalên me yên ku li ber xwe didin ji ber astengiya rayedarên girtîgehê nikarin bi telefonê hevdîtin bi malbatên xwe re pêk bînin."
 
Berîvan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi yek carî rabin ser piyan û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan. Divê em wan tenê nehêlin. Dem dema xwe rêxistinkirinê ye. Bila raya giştî jî êdî deng derbixe. Divê em bi helwesta xwe tecrîde ji holê rakin."