Tulay Hatîmogullari: Tirkiye ji operasyonan tu tiştî bi dest naxe

  • 09:02 17 Gulan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku baregehên tirkiyeyê yên li Iraqê hatine avakirin hebûna PDK'ê jî dikin xeterê û got, "Tirkiye heta niha ji operasyonên derveyî sînor tu tişt bi dest nexistiye û wê ji niha pê de jî bi dest nexe."
 
Piştî ku serok komarê tirk Recep Tayyîp Erdogan bi serokê DYA'yê Joe Bîden re di 24'ê Nîsanê de bi telefonê hevdîtin kir, di 24'ê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê leşkerên tirk dest bi operasyonê kirin. Li gel şerê li herêmê ku hat destpêkirin, ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Irak û Tirkiyeyê derbarê operasyonê de daxuyaniyên cur bi cûr hatin dayîn. Serokê Rêvberiya Herêma Federal a Kurdistanê Mesrur Barzanî, diyar kir ku operasyon 'pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye'.  Li gel daxuyaniyên ku hatin dayîn li holê ye ku her operasyona tê kirin destkeftiyên kurdan hedef digire. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Edenê Tulay Hatîmogullari derbarê operasyona hat destpêkirin de nirxandin kir.
 
'Gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe bijî'
 
 Tulay diyar kir ku bi rasthatina operasyonê li dîroka Qirkirina Ermeniyan peyama ku dê kurd jî di qirkirinê re bên derbaskirin hatiye dayîn û got ku ev ne cara yekê ye li dervê sînor operasyon tê kirin. Tulay wiha berdewam kir, "Nêzî çil salî ye ku Tirkiye operasyonên bi vî rengî pêk tîne. Tirkiye bi van oparasyonan dixwaze ku bibêje qedera hemû gelên bindest wekî hev e. Qirkirina Ermeniyan rastiya li ser vê erdnîgariyê ye. Pêvajoya ku derbarê kurdan de jî berdewam dike pêvajoya qirkirina nijadî ye. Ev hewldana qirkirina kurdan qirkirina ermeniyan wekî hev e.  Me bi rêya van operasyonan jî dît ku bi şer û bi oprasyonan tu pirsgirêk nayê çareserkirin.  Gelê Kurd rêxistinkirî ye û li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadî û nasnameya xwe têkoşînê dide.  Kurd li her çar welatên ku axa wan dagir kirine dixwazin ku bi awayekî wekhev bi nasnameya xwe bijîn û dixwazin ku ev mafê wan bi makeqanûneke demokratîk bê misogerkirin."
 
'Şer konsepta dewletê ye û îqtîdar jî rêve dibe'
 
Tulay anî ziman ku AKP van operasyonên dersînor bi tena xwe nake ev konsepta dewletê ye û îqtîdar jî her damî vê konseptê rêve dibe. Tulay wiha dirêjî da axafina xwe, " Îqtîdara AKP'ê li gel şer û êrîşên bi salan ku didomîne ji bo demeke kurt cerebeya aştiyê kir. Lê ji bilî vê dema ku em li çil salên dawîn dinêrin nehatiye xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêya diyalog û aştiyê bê çareserkirin û xwestiye ku bi rêya asîmîlasyon, koçberkirin, pevçûn û tundiyê bê çareserkirin.  Bi êrîşên li ser Efrînê re jî ev pêkanîn derketin lutkeyê. Gelo Akpe çima li ser vê xetê dimeşe? Ji ber ku cudahiya AKP'ê ji îqtîdarên heyî ev; Di pêvajoyên dawîn de bi taybetî li Tirkiyeyê gelek kmpleksên leşkerî pêş ketin. Vî aliyî û malbatên wan ji bo xwe qadên rantê afrandin. Van biryaran jî bi bazirganên çekên şer û çeteyên mafya re didin.  Ev çete jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ji bo ku şer berdewam bike hewl didin.  Dema ku em li polîtîkayên AKP'ê yên derbarê kurdan de û çareserkirina pirsgirêkên herêmî dinêrin em dibînin ku Tirkiye dixwaze polîtîkayên neo osmanî pêş bixe. Li gel van hemû pêkanînan siyaseteke ku dijminantiya kurdan dike tê kirin.  Tirkiye heta niha ji operasyonên dervê sînor tu tişt bi dest nexist û wê ji niha û pêde jî bi dest nexe."
 
'Mesele ne Qandîl e'
 
Tulay daxuyaniya Herêma Federal a Kurdistanê ku got, "Operasyon ne li dijî destkeftiyên kurdan e" bi bîr xist û got, "Ez dibêjim operasyon li dijî destkeftiyên kurdan e.  Polîtîkayên îqtîdara ku îro li ser kare li hemberî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne. Dema  ku em li polîtîkayên wan ên li hemberî Sûriyeyê tên pêşxisitn dinêrin jî dibêjin 'ger ku em Qendîlê biqedînin ev pirsgirêk wê çareser bibe'.  Lê mesele ne Qendîl e. Mesele destkeftiyên kurdan e û ev tê piştguh kirin. Bi vê jî dixwazin ku raya giştî bixapînin û operasyonên xwe meşrû nîşan bidin. Lê me mînaka vê li Sûriyeyê dît. Li Rojava dema ku êrîşî Efrînê kriin gotin, 'em li terorîstan didin' lê êrîşî gel kirin. Ji bo ku operasyonên xwe meşrû bikin li Tirkiyeyê dibêjin em em li hemberî rêxistinekê operasyonan pêk tînin."
 
'Di hedefê de înşakirina civakek nûh heye'
 
Tulay got ku PDK'ê bi oparasyonên devî sînor re ji bo hemû hêzên çekdar deriyên xwe vekirine û got ku armanca operasyonan ne PKK ye. Tulay wiha berdewam kir, "Li vê dixwazin li herêmê kurdan bê îrade bihêlin. Bi van operasyonan welatên din ên wekî DYA, Rusya ji bo ku têkoşîna azadiyê tasfiye bikin dem bi dem deriyên xwe vedikin û divê ku bi vê helwesta xwe derî ji operasyonên ku dawî li jiyana mirovan bînin vedikin.  Gelê Kurd dixwaze, ku civakeke aştîxwaz, azad û demokratîk înşa bike. Di vî warî de Rojava ji bo Rojhilata Navîn cerebeyeke mezin e. Li Rojava modekeleke demokratîk ku jin di nav de cih digirin hat înşakirin. Ne hêzên emperaylîst ên li herêmê û ne jî hevkarên wan tehemûlî vê pergala demokratîk nakin."
 
'Divê em li destkeftiyên xwe bifikirin'
 
Tulay got ku tu kes ji şer û pevçûnan nikare sûdê bigire, tenê ji vê hêzên emperyalîst sûdê digirin, di bêedêla operasyonên tên kirin divê bi pirgirêkên gel dijîn re bên rûhev. Tulay wiha berdewam kir, "Îro li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd heye an na? Belê heye. Çareserkirina vê pirsgirêka kurd wê gelên li Tirkiye û li herêmê rehet bike. Em wekî kesên ku tên çewisandin mecbûrin ku li gorî destkeftiyên xwe tevbigerin. Bi vê re wê ruhekî hevkar ê gelan ku bi hev re têbikoşin derkeve holê."