Sebahat Tuncel: Di serdema navîn de 'pîrebok' di roja îro de ‘terorîst’

  • 09:05 10 Gulan 2021
  • Ramyarî
Oznur Deger
 
ENQERE - Hevseroka giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel derbarê rûniştina Doza Kobanê ya di 26’ê nîsanê de hat dîtin de axivî û wiha got: “Pêvajoya dadgehê wê ji bo me bibe qada têkoşînê ya ku aştî, demokrasî, wekhevî tê parastinê. Jiyanek din pêkane. Tenê bila em têkoşînê bilind bikin, piştevaniyê mezin bikin.”
 
Yek ji 17 jinên ku ji Doza Kobanê dihat darizandin Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bû. Sebahat ji girtîgeha Jinan a Kandirayê ji bo doza di 26’ê nîsanê de hat dîtin, anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Sebahatê li girtîgeha Sîncanê derbarê doza hat dîtin de bi nameyekê nêrînên xwe anî ziman.  
 
Sebahat ku ji ber  tedbîrên karantînayê di hucra yekkesî de tê girtin, da zanîn ku Doza Kobanê tê wateya ‘Bi destê darazê tola têkçûna DAIŞ’ê tê girtinê’.
Sebahatê daxuyakirin ku binçavkirin û girtinên li hember tevgera jinên kurd, tevgera siyasî ya kurd û dostên kurdan, diçibe pêvajoya neçîra pîrebokan ya li Ewropayê destpê kiribû û bi mîlyonan jin bi îdiaya pîrebok in hatibûn qetilirin û wiha pê de çû: “Nivîskar civaknas Marîe Mîes dibêje ‘Zilma li pîrebokan hat kirin tezahura civaka modern bû.’  Ji bo ked, beden, jiyana aborî ya jinê, ji bo jin ji qada zanistê bên durxistin, qirkirina pîrebokê hat kirin.”
 
‘Di serdema navîn de pîrebok niha jî terorîst’
 
Sebahatê destnîşan kir ku zextên li hember qada siyaseta demokratîk, binçavkirin û girtina kurdan, jinan û sosyalîstan ‘qirkirinên pîrebok’, ‘neçîra pîrebokan’ tîne hişê mirovan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên di serdema navîn de wek ‘pîrebok’ bi nav dikirin di roja îro de wek terorîst tê binavkirin. Li Tirkiyeyê wateya terorîzmê wisa berfireh tê bikaranîn ku, hemû kesên li dijî desthilatdariyê serî natewînin terorîst tên îlankirin. Gelek têgehên wek demokrasî, mafê mirovan, wekhevî, azadî û aştiyê, ji bo bejewendiyên desthilatdariyê bên parastin, derew bên veşartin, tên bikaranîn. Daraza serbixwe bi desthilatdariyê, bi qesrê re wateyeke din îfade dike. Em bi serokên dadgehê yên ku peywira serokên komîsyona hiqûqa AKP-MHP’ê pêk tînin re hatine rû hev. Di 26’ê nîsanê de rûniştina Kobanê hat dîtin. Me di wir de ev carek din dît. Bêguman em kurd ne biyaniyên vê ne. Di Dadgehên Îstîklalê de, di DGM’yan de, di Dadgehê Cezaya Giran de nêzîkatiyên wisa derketin holê.”
 
‘Em bi zextek hiqûqî re hatin rû hev’
 
Sebahatê destnîşan kir ku hiqûqnas vê wek dijminahiya li hember hiqûqî binav dikin û got dema mijar dibin kurd, jin û sosyalîst, wate û naveroka Destura Bingehîn, qanûn û CMK’ê diguhere. Sebahatê ev tişt bi lêv kir: “Di 26’ê nîsanê de di şexsê serokê 22’yemîn dadgeha cezaya giran de em rastî zext û zorê hatin. Xuyaye ku serokê dadgehê di dema pêş de dixwaze di siyasetê de ji xwe re cih bigire. Ji ber vê li şûna ku hewcariyên hiqûqî pêk bîne, li gorî hewcedariyên qesrê û serokomar tevdigere. Bêguman wê ji ber vê biryarek adîlane dernekeve. Ji ber vê jî wê pêvajoya dadgehê ji bo me bibe qada têkoşînê.”
 
‘Yekane astengiya li pêş rejîma yek kesî HDP ye’
 
Sebahatê destnîşan kir ku dadgeh, wekê ku astengiya herî mezin a li pêş desthilatdariyê, qada siyasiye nîşan dide û wiha pê de çû: “Yekane astengiya li pêş rejîma yek mêrî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.  Bi van darizandinan dixwazin vê astengiyê ji holê rakin. HDP li dijî rêveberiya otorîter, f aşîzan, bi pergala xweya azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk moral û hêviyê dide gelan. Îdiaya ‘jiyanek din pêkane’ zindî dihêle. Di esasê de dixwazin bi van darizandinan hêviyê bişkînin. Lê ev hemû valane. Bi sedsalane kurd li dijî her cureyê şîdetê têdikoşin. Vê kevneşopiyê îro jî didomînin. Ev ne tenê mijara HDP’ê ye. Ev ne darizandineke ji rêzê ye û hêsane. Wê encamên ku bandor li ser hemû aliyan bike derxîne holê. Ji ber vê jî di vê her kes bi HDP’ê re di piştevaniyê de be.”
 
‘Bi destê darazê tolê digirin’
 
Sebahatê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Ev doz xeta azadiya jinê hedef digirin. Ji 2015’an heta niha êrîş li hember jinan pêk tên. Pergala qeyûm hevserokatî hedef girt, saziyên jinan hedef girt. Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin. Em Doza Kobanê de jî vê nêzîkatiyê dibînin. Jinên kurd DAIŞ têk bir. Ji ber vê jî dixwazin bi destê daraza Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê bigirin.  Wekê din jî îzahata vê tune. Her kes vê rastiyê dizane.”
 
‘Wê têkoşîna hevpar a gelan qezenc bike’
 
Sebahatê her wiha bi lêv kir ku di heman demê de di Doza Kobanê de piştevanî tê darizandin û wiha berdewam kir: “Di 2014’an de li her derê cîhanê mirov daketin kolanê û 1’ê mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê îlankirin. Vê piştevaniyê di têkçûna DAIŞ’ê de rolek mezin lîst.  Ji ber vê em dibêjin ku têkoşîna hevpar a gelan wê qezenc bike. Yekane rêya ku ji vê kaosê bê derketin ev e ku divê dawî li polîtîkayên dijminahiya kurd bê dayîn. Divê hêzên azadî û demokrasiyê di vê pêvajoyê de bibin xwedî înstiyatîf û peywirek lezgîn dikeve ser milê wan.  Jiyaneke din pêkane ku em rêxistinbûna xwe ya xweser xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo her kesî hezkirin û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim.”