Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê

  • 15:29 22 Adar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê, ji milyonên ku tevlî Newrozê bûn re spas kirin û ev tişt gotin: “Herkesî nîşan daye ku wê zivistan sar bibe bihar.” 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîhat Sancar, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan kes tevlî wan bûn daxuyaniyeke nivîskî dan û spasiya beşdarên Newrozê kirin.
 
Hevserokan, diyar kir ku Newroza 2021’an bi coş û biryardariyeke mezin hatiye pîrozkirin û wiha hat gotin: "Newroz li dijî zextan bûye peyama em li vir in. Di berdewamê de Hevserokan, destnîşan kirin ku di Newrozê herkesî nîşan daye ku wê zivistana sar bibe bihar û ji ber beşdarbûnê spasiya milyonan dikin."