Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê 2021-03-22 15:29:20     ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê, ji milyonên ku tevlî Newrozê bûn re spas kirin û ev tişt gotin: “Herkesî nîşan daye ku wê zivistan sar bibe bihar.”    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîhat Sancar, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan kes tevlî wan bûn daxuyaniyeke nivîskî dan û spasiya beşdarên Newrozê kirin.   Hevserokan, diyar kir ku Newroza 2021’an bi coş û biryardariyeke mezin hatiye pîrozkirin û wiha hat gotin: "Newroz li dijî zextan bûye peyama em li vir in. Di berdewamê de Hevserokan, destnîşan kirin ku di Newrozê herkesî nîşan daye ku wê zivistana sar bibe bihar û ji ber beşdarbûnê spasiya milyonan dikin."