Li Muglayê Kampanya Xwişk û Bira: Piştevanî di çanda me de heye

  • 09:11 30 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Hevseroka HDP’ê ya Muglayê diyar kir ku bi Kampanya Xwişk û Bira li Muglayê xwe digihînin malbatên ku hatiniyeke wan tune û yên di turîzm, înşat û karên rojane de dixebitin û betal mane û got: “Bi kampanyayê re daxwazên piştevaniyê derketin holê. Piştevanî di çanda me de heye.
 
Kampanya HDP’ê ya Xwişk û Bira ku di pêvajoya vîrusê de bi wesîleya piştevaniya malbatên xizan hat destpêkirin didome. Kampanya li hemû bajaran didome û li herêma Egeyê jî xwe gîhand gelek malbatan. Li Muglayê jî profîla pêvajoya vîrusê derket holê.
 
‘Bi daxwazên piştevaniyê kampanya bû yek’
 
Hevseroka HDP’ê ya Muglayê Fulya Erdogan, daxuyakirin ku di pêvajoya pandemiyê de bi pêşniyara piştevaniyê ya jinan re kampanya Xwişk û Bira bû yek û ji ber vê jî ji bo piştevaniyê dîtina malbatan ne zehmet bû. Fulyayê wiha got: “Em bi telefonê xwe digihînin malbatan. Ev piştevanî ne tenê ji bo kesên xwedî hewcedarî ji bo kesên piştgî dan jî baş bû. Me di navbera malbatan de têkilî danî.”
 
‘Em dikarin xwe bigihînin penaberên bêewle dixebitin’
 
Fulyayê her wiha destnîşan kir ku xwe dikarin bigihînin malbatên bi koçberiyê hatine Muglayê wiha pê de çû: “Hilbijêrên me jî piranî malbatên bi koçberiyê hatine vir in. Mirovên di turîzm, înşat û karên rojane de bê ewle dixebitine. Mûçeyê betaliyê nagirin. Piştevanî di çanda me de heye. Em dizanin ku ne tenê pêvajoya pandemiyê de bi salane piştgiriyê didin hev. Em nikarin xwe bigihînin her kesî. Gelek malbatên partiyî hene lê nikarin bi me re bikevin têkiliyê hene. Em dizanin ku ew jî bi yên dora xwe re di piştevaniyê de ne.
 
‘Em hewl didin ku bi wan bidin hîskirin ku ne tenê ne’
 
Fulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştevanî ji aliyê rêxistinên navçeyan ve pêk hat. Piranî malbatan daxwaza piştgiriya kirê kirin. Di vê pêvajoyê de ewil malbatên betal mane û tu hatineke wan tune tên. Ev malbat gelek mexdurin. Em hewl didin ku bi wan bidin hîskirin kue w ne tenê ne.”
 
‘Piranî jin xwe digihînin me’
 
Fulyayê bilêv kir ku bi giştî yên dixwazin piştgiriyê bigirin û yên piştgiriyê bidin jin in û ev tişt anî ziman: “Piranî jin carna ne hesabên aydê wan ne jî numareyên wan hebûn. Yanî di alî têkiliyê de me zehmetî kişand. Ji ber berpirsyarî li ser milê jinan e, di pozîsyona ku van hewcedariyan bînin cih de ne.Bar li jinan hatiye barkirin. Li aliyê din jî hesta parvekirinê nîşan dide. Profîlên malbatan girîngin. Mînak malbatek ji 10 nifûsî pêk tê, sê kesên ji malbatê dixebitin betal mane. Sê mehe ji bajarê xwe hatine. Yanî ji bo malbatek 10 kesî, dîtina yek malbatekê jî zehmet bû. Dayikên xwendin û nivîsandinê nizanin hene. Ev çîrok hemû mirovan hestiyar dikin. Di vê pêvajoyê de me pirsgirêkên pir cidî dîtin.”