Semra Guzel: Em ji bo dîtina pêşerojê bi fikar in

  • 09:01 29 Nîsan 2020
  • Ramyarî
AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel ku derbarê pêvajoyê de nirxandin kir diyar kir ku di vê pêvajoyê de dewletê ji bo rihetiya xwe welatî xistin bin xetereyê û terkî xizaniyê kirine.
 
Vîrûsa koronayê(Covîd-19) li ser hemû cîhanê bandoreke giran dike û her ku diçe bîlanço mezintir dibe. Li Tirkiyê û Kurtisatanê jî heman rewşê tê jiyîn û ji ber vê kirîzê welatî bi fikar in. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel rewşa Tirkiyê û heremê nirxand.
 
'Baweriya gel bi dewletê nema ye’
 
Semrayê diyar kir ku hikûmet di warê birêvebirina aloziya vîrûsa koronayê de di polê de ma û wiha gotî: “ Dİ vê pêvajoyê de hikûmetê bi nerînên civakê lîst û bi tevdîrên kêm pêvajoyê meşand.  Girtina tevdîran divê berî şewbê bihata û bi wî rengî xebatên karantînayê bihata kirin. Lê hikûmet di bedela tevdîran bigire gel xist nav fikaran. Her wiha bi banga qedexe kirina derve ya bê amadekarî gel berdan kolanan û ligel vê kaosê keda xebatkarên tenduristiyê jî pûç kirin. Wê rojê  dûrketina fizîkî û tedbîr hemû ji holê hatin rakirin. Ji ber ku bawariya gel bi hikûmetê nayê firne û sûk tijî bûn. Rewşa wê rojê bi kesên zêde ku bi vê nexweşiyê bikevin em ê di rojên pêş de bibinin.”
 
'Hikûmet ji bo rihetiya xwe welatiyan terkî xizaniyê dike'
 
Semrayê anî ziman ku fikara hikûmetê ya  ji bo qeyrana aborî  di warê derketina derve de xwe aşkera dike û  wiha got: "Qedexekirina derketina derve tenê ji bo kesên di hilberînê de roleke wan tune ye hat meşan. Ango dibêjin; kesên ku rewşa wan a aboriyê baş e li mala xwe rûnin yên ku nebaş in jî bila biçin bixebitin. Hikûmetê bi vê politikaya xwe tene çavê gel boyax kir. Di çarçoveya alikariyê de got ji bo pêdiviya malbatên xizan 1000 TL didin lê ew jî pêk nehat. Hikûmet ji bo berjewendiyên xwe welatiyan terkî xizaniyê dike. Her wiha di pêvajoyek wiha awarte de qala IBAN’ê dike. Lê li cîhanê  her hikûmetê ji bo  welatiyên xwe di warê aborî de alîkarî dan. Lê tirkiye diçe dîrokê û emrên ‘Tekalifî Milliye’  dixe rojevê û bi wî awayî ji gel alikariyê dixwaze. Qezenca serokkomar di rojê de 2 û hefsede TL ye lê ji gel re dibêje  bi 37 TL  debara xwe bikin.”
 
'Tu kes ji daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê bawer nake'
 
Semrayê destnîşan kir ku tu kes ji daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê bawer nake û wiha pêde çû: "Li Tirkiyê û Kurdistanê pêvajoyeke aloz tê meşandin. Heta niha li ser hêjmara kesên bi şewbê, miriyên ji ber vê şewbê û rewşa nexweşxaneyan de nediyariyek mezin heye. Çawa dibe ku di dawiya deh rojan de hêjmara miriyan ewqas nêzî hev diguhere? Li welatên din ên cîhanê hêjmara miriyan du-sê qat zêdetir diguhere. Em nerastiya hêjmaran ji kesên ku diçin nexweşxaneyê û bê test vedigerin malên xwe dizanin. Vê rewşa aloz û nediyar civak kir panîkê û em jî ji pêşerojê bi fikar in."
 
Semrayê di heman demê de bal kişand ser rewşa bajarên Kurdistanê û diyar kir ku di mehekê de deh hezar test nehatine kirin û ev tişt  got: " Ev hemû encama polîtîkayên hikûmetê ya yek alî ye. Li hemû cîhanê dewlet, têkoşîna vê şewbê bi alîkalîkariyê didin lê Tirkiyeyê Yekitiya Tabîban û Kedkarên Sendîkaya Tendirustvanan  jî tevlî xebatên xwe nekir. Ji ber dizane dema van tevli xebatan bike wê rastî bên aşkerakirin."
 
'Ewlehiya jinan di nava malê de tüne ye'
 
Semrayê di berdewamiya axaftina xwe de bal bal kişand ser şîdeta li ser jinê û diyar kir ku şîdeta li ser jinê di vê pêvajoyê de zêde bûye. Semra wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ji Baroya Amedê jinên parezêr anîn ziman ku jinên li dijî şîdetê diçin li emniyete gilî dikin paşve tên zîvirandin. Her wiha dema bi telefonê li polêsan diğerin jî, polis guh nadin wan û carinan bersîv jî nadin. Niha di vê pêvajoyê de malên ku ji bo her kesî ewle ne mixabin ji bo jinan ne ewle ne. Dewletê stargehên jinan girtin û piraniya wan bê erk kirin. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya jinan bi wan stargehan hebû.  Lê dewletê berevajî ve dijberî jinan tevdigere. Divê di vê pêvajoyêde dibistan û saziyên vala veguherînin stargehan ku ewlehiya jinê bê gitin.
 
'Qanûn ji bo berjewendiyên xwe derxistin'
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qanûna înfazê û diyar kir ku dewlet sûcê civakî kir. Semra wiha berdewam kir : " Hikûmetê di vê pêvajoyê de qanûna efûyê ya taybet pêk anî. Jê re negotin 'taybet' ji ber ku nexwestin bertek bên nîşandan. Lê me dît ku ev qanûn ji bo berjewendiyên xwe taybet amde kirine û ji bo kesên ku dixwazin ji girtîgehê derxînin e.”