Li Bazîdê tevî hemû qelsiyan xebat dimeşin

  • 09:09 28 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Şehrîban Abî
 
AGIRÎ - Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar a HDP’î diyar kir ku li dijî vîrusê bê navber têdikoşin û wiha got: “Li gelek qadên navçeyê xebatên dezenfektanê tên kirin. Lê ji ber butçeyek têr tune, daxwazên malbatan nikarin bînin cih.”
 
Ji 10’ê Adarê heta niha ku vîrusa korona derket holê heta niha gelek şaredarî bi derfetên xwe xebatên dezenfektanê dimeşînin û ji bo malbatê hewcedar dibin alîkar. Di vê pêvajoyê de ji bo 8 şaredariyên HDP’ê jî qeyûm hat tayînkirin. Şaredariyên HDP’ê di vê pêvajoyê de jî bi hewldanên xwe xizmet dan gel. Yek ji van şaredariyan jî ya HDP’ê ya Bazidê ye.
 
‘Hemû qad tên dezenfektekirin’
 
Hevşaredara Bazidê ya HDP’ê Yildiz Acar daxuyakirin ku li dijî vîrusê bi lez û bez maseya krîzê ava kirine û got: “Me xeta îxbarê ya 153 ava kir û peywirdarkirin kir. Em îxbarên tên dinirxînin. Me hemû tedbîr girtin. Bi taybet wesayîtên veguhestina komî, park, teqsî, kolan û sazî hatin dermankirin. Cihên dîrokî hatin dermankirin. Goristan hatin qedexekirin.”
 
‘Tevî butçeyek kêm em dixebitin’
 
Yildizê bi lêv kir ku gelê Agiriyê piranî rewşa wan ya aborî ne baş e û di alî aborî de gel mexdûr dibe û wiha got: “Ji ber vîrusê gel dukanên xwe girtin. Mexdûriyet li ser vê girantir bû. Mirov nikarin nan bibin malên xwe. Daxwaza herî mezin a gel xurek û alavên paqijiyê ne. Her wiha dixwazin mal û kolan bên dermankirin. Lê ji ber butçeya me têr nake em nikarin bibin bersiv jî.”
 
‘Em agahdariyê dikin’
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li qadên jiyanê yên komî xebatên dezenfeksiyon û hîjyenê bê nav ber didomînin û wiha pê de çû: “Em li cihên qerebalix dezenfektanê bicih dikin û li bîlbordan xebatên agahdarkirina 14 rêbazî dikin. Kolanên mezin her tim tên dezenfektekirin. Li marketan kontrola hîjyen, gramaj û biha tê kirin. Dîsa em broşuran belav dikin.”