Endama DÎK’ê Huda Kaya: Tişta hat kirin berdewamiya pêkutiyan e

  • 09:20 17 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Cenazeyê Agît Îpek yê li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, bi postayê ji malbata wî re hatibû şandin. Endama DÎK’ê Huda Kaya der barê mijarê de axivî û got: “Li vî welatî me şahidiya gelek pêkutiyan kir. Tiştên li jinan hatin kirin, cenazeyên bi erdê re hatin kaşkirin, mirovên hatin şewitandin. Kal û pîr… Tişta li cenazeye Agît Aslan hat kirin jî berdewama nebaşiya pêkutiyan e.”
 
Li Dêrsîmê di 23’ê Gulana 2017’an de Agît Îpek yê HPG’î di pevçûneke derketibû de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Agît di rojên borî de di koliyekê de bi Postê ji bo dayika wî Halîse Aksoy hat şandin. Dayika Agit, tiştên ku jiya ji ajansa me re vegot.
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, tiştên hatiye jiyîn nirxand û got ne ahlaqî û ne jî hiqûqî ye.
 
‘Tiştên tên jiyîn berdwama pêkutiyan e’
 
Hudayê daxuyakirin ku mirovan di seranserê dîrokê de şahidiya gelek pêkutiyan kiriye û got: “Pêkutiyên hatine jiyîn yek bi yek vegotina wan ne pêkan e. Her kes dizane ji xwe. Tiştên bi jinan tên kirin, cenazeyên bi erdê re tên kaşkirin, mirovên tên şewitandin. Zilma li mirovan tê kirin hesabê wê êdî nayê kirin. Bi kargoryekê di koliyê de cenazeyên zarok  dişînin ji dayikê re. Ev jî nîşan dide ku sînor û vegotina vê pêkutiyê tüne ye. Mixabin em dibînin ku ev desthilatdarî xwedî zîhniyeteke ku pêkutiyan rêxistin dike.”
 
‘Ez nikarim sînorê vê pêkutiyê vebêjim’
 
Hudayê diyar kir ku mijar ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve li meclîsê hatiye ziman, lê eniya desthilatdariyê bi zimanên nefretê xwe parastiye û got: “Li dijî rewşa Agît Îpek îfadeyên wisa bêperwa hatin bikaranîn; ji ber vê ez nikarim vê  bê sînorpêkutiya bêsînor û bêdawî, vebêjim. Mînakên wê gelek zêde ne. Heryek parçeyekê vê zîhniyetê ye.”