Serpîl Kemalbay:Divê qanûna înfazê ji DDB’ê vegere

  • 09:15 17 Nîsan 2020
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku qanûna înfazê di çarçoveya vîrusê de nehatiye derxistin, li dijî Destura Bingehîne û got: “Divê ji bo girtîgehan zêdetir têkoşîn bê dayîn. Divê muxalefet û hêzên demokrasiyê bi piştevanî û têkoşînê ligel hev cih bigirin.”
 
Qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bû û di 3’emîn Pakêta Darazê de 70 xal cih digirin û hemû bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin û bi vê re tê payîn ku 90 hezar girtiyên edlî bên berdan. Girtiyên siyasî jî di vê pakêtê de cih negirtin.
 
‘Tu eleqeya pakêtê bi pandemiyê tüne ye’
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, got qanûn divê di çarçoveya pandemî de bûa û got tu eleqeya wê bi vîrusê tüne ye, ev pakêt salek berê hatiye rojevê. Serpîlê wiha got: “Hem Wekîlên serokê komê îfade kirin û hem jî min ji serokê komîsyonê pirsî. Lê gotin ‘ev pakêteke di rojeva wan de ye’. Di pêvajoyeke wisa de tenê ji bo girtiyên edlî qanûn tê derxistin. Ji bo kesên ji ber fikrên xwe, ji ber siyaetê hatine girtin, tiştek tüne ye. Ji derveyê qanûnê hiştine. Ev jî nîşan dide ku hikûmet di esasê de çiqas bêcidiyet nêzî krîza koronayê dibe.”
 
‘Bi dengên AKP-MHP’ê derbas bû’
 
Serpîlê dsetnîşan kir ku di dema AKP’ê de hejmara girtîgeha ji 60 hezarî derketiye 300 hezarî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “500 jê giran hezar û 500 girtiyên nexweş li ber çavan nehatine girtin. Em bi heyeteke parlamenteran ya tenê tiliyên xwe radikin re rû bi rû ne. Bariyer dane pêş xwe û dibêjin kesên di çarçoveya terorê de dernaxin. Hemû muxalefet dizane ku ev ne rast e. Bi dengên AKP-MHP’ê pakêt derbas bû.”
 
‘Gumanbarê mirinan wê hikûmet be’
 
Serpîlê bi lêv kir ku bi qanûnê 90 hezar kesî wê derxin girtîgehên vekirî, dorveger destur bê dayîn û bişînin malên wan û got: “Ev kes wê ji bo jin û zarokan tehdîdê ava bikin. Ji xwe derketina derveyê welat girtiye. Divê sererastkirinên di cih de bihata kirin, her kes bikirana bin karantînayê û bişandana malên wan. Ev ji bo parastina mafê jiyanê hewce bû. Nêzîkatiyeke hikûmetê ya ji bo parastina tenduristiya gel tune. Em bi pêkanîneke bê wijdan û bê edelet re rû bi rû ne. Gumanbarên van mirinan wê hikûmet be.”
 
‘Divê ji DDB’ê vegere’
 
Serpîlê anî ziman ku qanûna mijara gotinê ye divê ji Dadgeha Destura Bingehîn vegere û got: “Lê em der barê vê de bi fikarin. Ev qanûn li dijî destura bingehîn hat kirin. Ji ber vê divê ji DDB’ê vegere û ji bo her kesî bi awayekî wekhev pêk bê. Ji bo vê divê têkoşîn bê bilindkirin.”
 
‘Divê em ligel hev cih bigirin’
 
Serpîlê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî qanûnê divê hemû muxalefet û hêzên demokrasiyê ligel hev cih bigirin û wiha dawî lê anî: “Divê tu kes tenê nemîne, divê em ligel hev cih bigirin û li hev baldar bin.”