Ayşe Acar Başaran: Îktîdar girtiyên siyasî terkî mirinê kir

  • 11:38 15 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku jin bi derfeteke kêm li dijî qanûnê bertek nîşandan û got: "Îktîdar pêvajoya vîrûsa koronayê ji bo xwe kir firsendek û qanûn derxist. Îktîdar alîgerên xwe serbest berda û girtiyên siyasî jî terkî mirinê kirin."
 
Pêşnûme Qanûna ji 70 xalan pêk dihat û girtiyên siyasî naxe nava xwe li meclîse hat qebûlkirin. Li gorî qanûnê de 90 hezar girtiyên edlî dê serbest bên berdan. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî sererastkirina qanûnê didomin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser qanûnê û diyar kir ku îktîdar bi qanûnên bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê kir. 
 
Ayşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qanûna cezayê ya diyar kir ku di qanûnê de têgeha şîdeta li hemberî jinê nîne û got: "Me xwest ku ev têgeh di qanûnê de cih bigire. Em dizanin ku kuştin û birîndarkirin ji ber nêzikatiya serdest a mêr her ku diçê di nava civakê de zêde dibe û dibe şîdet. Yên ku bê parastin tên hiştin jin e. Bi vê qanûnê 2 rewş derdikevin holê. Yek, kesên ku li hemberî jin û zarokan sûc kirinê dê li girtîgehên vekirî bên bi cih kirin, yên ku di girtîgehên vekirî de bûn jî dê bi destûr bişînin malên wan. Bi hezaran girtiyên siyasî ji ber fikrên xwe yên polîtîk li girtîgehê de man. Di nava girtiyên siyasî de gelek girtiyên jin ji hene. var. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel hwd bi sedan siyasetmedarên jin."
 
'Îktîdar vîrûs kir firsendek' 
 
Ayşe, da zanîn ku di pêvajoya pandemîn de ji bo parastina jin û zarokan heta îro jî tu tedbîr nehatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku niha ji girtîgehê derkevin dê ji bo jin û zarokan dê bibin xetereyeke mezin. Ji ber ku demên borî jî kujer û sûcdarên ku bi destûr derketin dervê di serî de çûn heman sûce kirin. Niha xeta telefonê a 183 xizmetê nade. Qanûna 6284'an êdî qet nayê pratîzekirin. Xeta 155 jî xitmeteke rast nade. Stargehên jî êdî cihên bi ewle nîne. Di rewşeke wisa de jin dê çawa bên parastin. Em dizanin ku dema ev sûcdar derkevin ewlehiya jiyana jinê dê bikeve xetereyeke mezin. Mixabin îktîdar vîrûsa koronayê kir firsendek wekî her tim." 
 
‘Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin' 
 
Ayşe, destnîşan kir ku qanûna înfazê du sal in tê amadekirin û wiha bi lêv kir: "Du sal in ev xebat tê kirin lê belê muxalefeteke civakî ya bi giştî pêk nehat. Heke vîrûsa koronayê nebûya niha jin li qadan bûn. Ji ber rewşa niha kesek nikare derkeve kolanan. Îktîdar jî derfeteke wisa dixwest û qanûn derxist. Îktîdar alîgirên xwe serbet berda û girtiyên siyasî jî terkî mirinê kir."
 
'Hewldana jinan girîng bû'
 
Ayşe, diyar kir ku di derfetên kêm de jin li parlamentoyê muxalefetê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Xebateke îktîdarê li ser efûkirina tecawizkaran jî heye. Ligel vîrûsê bi saya muxalefetê ev mijar nehat rojeva meclîsê. Hewldana jinan ligel di şert û mercên wisa de girîng bû."