Serpîl Kemalbay: Divê rêbazên têkoşînê li dijî kapîtalîzmê be

  • 10:35 15 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Melike Aydın
 
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku îktidar rewşa Vîrusa Koronayê ji bo bibe otorîte ew ê bi kar bîne û got:"Li dijî otorîteyê divê daxwazên demokratîk bên pêşxistin û daxwazên hevpar bigirin ber çavan."
 
Li cîhanê ji ber Vîrusa Koronayê dora 120 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û li Tirkiyeyê jî kesên bi Vîrusa Koronayê ketine 65 hezar kes derbas kiriye. Li Tirkiyeyê ji ber Vîrusa Koronayê 403 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di encama derketina Vîrusa Koronayê hat aşkerekirin ku sîstema tenduristiyê lawaz e. Têkildarî mijarê Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay wiha got:"Divê daxwazên xizmeta tenduristiyê ya bê pere û perwerdeya bê pere pêk werin."
 
'Divê rêbazên têkoşînê li dijî kapîtalîzmê be'
 
Serpîlê diyar kir ku divê li dijî bermahiyên kapîtalizmê têkoşîn bê kirin û wiha got:"Divê rêbazên têkoşînê li dijî kapîtalîzmê be. Niha tê xwestin ku kapîtalîzma neolîberal li ser piya bê hiştin. Niha em lê dinêrin bangên li mal bîmîne tên kirin lê ev bang tenê ji bo kesên rewşa wan a tenduristiyê baş e ye. Karker mirinê didin ber çavên xwe û diçin karên xwe."
 
'Divê têkoşîn bê mezinkirin'
 
Serpîlê gotina ajokar a 'ya ku mirov dikuje ne korona ye pergal e' û wiha dewam kir:"Di warê têkoşîna ji bo karkeran de sendîka jî kêm man. Di pêvajoyeke wiha mezinkirina têkoşînê zor lê belê ji bo parastina jiyana mirov girîng e. Tevî hemû zehmetiyan divê têkoşîn bê mezinkirin."
 
'Daxwazên hevpar ên cîhanê divê em bînin gel hevdu'
 
Serpîlê wiha dewam kir:"Ji bo ev pêvajoya dijwar em derbas bikin divê rêbazên nû bên ceribandin. Divê kirina testên ji bo vîrusê û îzolasyon bê zêdekirin. Divê ewlehiya kar bê girtin û daxwazên hevpar ên cîhanê divê em bînin gel hevdu. Tu dixwazî bila em li Çînê yan jî li Îtalyayê bin daxwaz hevpar in."
 
'Divê daxwazên xizmeta tenduristiyê ya bê pere û perwerdeya bê pere pêk werin'
 
Serpîlê bal kişand ser xizmeta bê pere û wiha dewam kir:"Li dijî otorîteyê divê daxwazên demokratîk bên pêşxistin û daxwazên hevpar bigirin ber çavan. Divê daxwazên xizmeta tenduristiyê ya bê pere û perwerdeya bê pere pêk werin. Divê ji bo avakirina jiyaneke nû îradeyeke hevpar hebe. Me di vê çarçoveyê de dest bi 'kampanaya malbatên xwişk û bira' kir. Divê kes li mal bêçare nemîne. Mezinkirina piştevaniyê rêbazek herî baş a ji têkoşînê ye."