‘Berdana gumanbarên şîdetê nikare bê qebûlkirin’

  • 09:11 15 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Şehrîban Abî
 
QERS - Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi diyar kir ku pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih nagirin du sal berê hatiye amadekirin, eleqeya wê bi vîrusa korona tune ye û got: “Hesab dikin ku riyekê bibînin diz, çete û dijminên jinan derxinin.”
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona tablo her diçe giran dibe û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan hezar û 296 heb in. Di nava tedbîrên li dijî vîrusê de rewşa girtîgehan bû û AKP û MHP’ê pakêteke darazê ya 70 xalî anî rojevê. Di pakêtê de hat gotin ku gumanbarên ‘şîdeta li sre jinan, îstîsmara zayendî’ cih nagirin lê di hevdîtinan de derket holê ku ev rewş rastiyê nîşan nade. Ligel vê jî girtiyên siyasî bi tu awayî tê de cih nagirin.
 
Bertekên saziyên civaka sivîl, muxalefet û xizmên girtiyan li dijî vê pakêtê didomin.
 
‘Wê gumanbar bên berdan’
 
Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi, got pakêt ji zîhniyeta serdest ya mêr re xizmetê dike û wiha got: “Wek gumanbarê Berfîn Ozek yê êrîşa kezaê pêk anîbû wê gelek gumanbarên êrîşkar bên derxistin.Berdana gumanbarên şîdetê li jinan dikin bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Ev qanûn ji edeletê re xizmetê nake û ligel vê şerma herî mezine.”
 
‘Divê ji bo girtiyên siyasî çareserî pêk bê’
 
Sevdayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku girtiyên siyasî di bin xetereyê de ne û got: “Desthilatdarî ne bi têkoşîna li dijî vîrusê, bi dijminahiya li hember Kurd, jin, şoreşger û sosyalîstan di plana pêş de ye. Girtiyên jin bi rîska vîrusê re hatine rû hev. Tedbîr nayên girtin. Alavên paqijiyê nayên dayîn. Divê ewil ji bo wan çareserî bê afirandin.”
 
‘Rûpûş difroşin girtiyan’
 
Sevdayê her wiha daxuyakirin ku bi gelek malbatên girtiyan re di têkiliyê de ne û da zanîn ku hîjyen li girtîgehan tune, hemû alav bi bihayekî mezin li kantînan tê firotin, rûpûş jî bi pere tê firotin.
 
Sevdayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP-MHP’ê du sal berê pakêta înfazê amade kirin. Hesab dikirin ku riyekê bibînin , çete û dizan derbixin. Jİ ber vê jî vîrus ji bo wan bû derfet.”