Hevşaredar Gulşen Ozer: Em ê di xizmeta gelê xwe de bin

  • 09:01 9 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Medya Uren - Berîtan Canozer
 
AMED - Hevşaredara  Bîsmîlê  Gulşen Ozer a ku qayum li şuna wê hatiye tayînkirin li ser qampanyaya HDP’ê ya ‘Xuh û biratiya malbatan’ de axivî û got: “Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji me re meqam û paldank ne girîngin. Ji ber wê yekê em ê xebatên xwe bidin berdewamkirin û di xizmeta gele xwe de bin.”
 
Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran bi ser ket. Lê Hikumetê di serî de şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Mardîn û Amedê qeyûm tayînî gelek şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistin kirk. Lewra piştî tayînkrina qayûman ji hevserok û xebatkarên şaredariyê bi heman lezê karen xwe berdewam dikin.  Hevşaredar bi welatiyan re tên gel hev, pirsgirêkên wan çareser dikin û li bajar û navçeyan xebatên xwe didin meşandin. HDP’ê di çarçoveya van xebatên xwe de di demen dawîn de kampanyaya bi navê “Xuh û biratiya malabatan’ daye destpêkirin û şaredariya Bismilê jî di nav de 10 şaredarî wekî şaredariyên xuşk û bira hatin hilbijartin û starta kampanyayê li navçeya Bismilê ya Amedê hat dayîn.  Bi taybetî jî di van rojan de HDP’ê  qempanyeya ‘Malbat’ da destpêkirin.
 
Hevşaredara Bismilê ya HDP’yî Gulşen Ozer ku li şuna wê qeyûm hat tayînkirin û ji peywirê hat girtin derbarê kampanyaya hat destpêkirin de axivî.
 
‘Em di xizmeta gel de ne’
 
Gulşen ê got ji bo m: “e hevşaredaran rûniştina li ser paldankan ne girîng e, me bi qezençkirina şaredariyan re gelek xebatên berfireh dan meşandin û me gelek pirsgirêk jî çareser kirin. Gulşen wiha berdewam kir: “Li navçeya me çandinî gelek girînge û debara şêniyên navçeyê li ser çandiniyê ye. Me jî bi taybet piştgirî a kesên ku bi çandiniyê debara xwe dikin û me di vî warî de gelek proje dan destpêkirin. Di vê pêvajoya ku xebat hîna berdewam dikin de qayum tayînî şaredariyê kirin û xebat Xebatên  me dan rawestandin. Lê ji bo me ev ne girîng e . Raste em nikarin bi awayek fermî hinek karan bikin lê  tiştên ji derveyî wê dimînin yên rojane em bi heman performansê didin berdewamkirin.”
 
‘Erka me ya serke pêkanîna daxwazên gel e’
 
Gulşen got em weke endamên HDP’ê xeta me ya herî girîng ku em dişopînin parastina şarederiyên gel e û  ya girîn ewe ku gel kê weke vîn hilbijartiye û anî ziman ku gelê Bismîlê qayûm weke vîna xwe qebûl nekiriye . Gulşen wiha berdewam kir: “Erka me ya mezin ew e ku em wê vîna gel biparêzin û herdem  li gel welatiyan bin. Emê tim erka xwe pêk bînin. Rêya serkeftinê  bihevrebûn e. Em dizanin ku gel ji me bawer dike û me weke vîn qebûl dike. Hinek tişt em nikarin bikin ji ber ku destura fermî pêwîste. Lê ev nayê wê wateyê ku  em ê xwe bidin paş. Tiştek nabe asteg ji bo ku em xizmeta gel bikin. Gelê me herdem ji bo me bû piştgir û em ji gele xwe re spas dikin.”
 
'Piştevanî girîng e'
 
Gulşenê diyar kir ku, di vê pêvajoya ku ew bi koronoyê re têkoşînê didin wê qampanyaya HDP’ê  cihekî girîn bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoyek wiha awarte de divê em bi gel re di nava hevgirtiinê de bin. Em ji weke hevserokên şaredariyê, weke vîna gel me xwest em deng bidîn vê kampanyayê. Em bi 10 bajarên din re weke  malbatên xuh û bira hatin hilbijartin. Bi vî rengî hêvîdarim em ê bêhtir xwe bigihînin gel û bibin alîkar. Herwiha maseyên me yên krîzê jî li van bajar û navçeyên hatine hilbijartin hene.  Welatiyên mexdur dikarin serî li wan maseyan bidin û rewşa xwe bi me re parve bikin. Em ê bi kesên xizan re peywendiyê deynin û tişta ji destê me ji hat emê pêkbinin.”