Li Îzmîrê bi maseyên krîzê torên piştevaniyê tên avakirin

  • 09:08 8 Nîsan 2020
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - HDP’a Îzmîrê, li navend û 25 navçeyan maseyên krîzê ava kirin û hewl didin bersivê bidin hewcedariyên gel û torê piştevaniyê mezin bikin. Doktor Ayşe Ozdamar, got hejmara kesên serî li maseyên krîzê didin zêde dibe û got: “Piştgirî û hêza yekbûnê, dermanê herî girînge.”
 
Li Tirkiyeyê 649 kesî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da û welatî ji ber vîrusê neçar dimînin li malnê xwe bimînin. HDP’a Îzmîrê dest bi avakirina maseyên krîzê kir. Li navend û 25 navçeyan mase hatin avakirin û hewl tê dayîn bersivê bidin daxwazên gel. Doktor Ayşe Ozdamar ya ji rêveberiya HDP’ê got  yekem car bi krîzeke wisa re hatine rû hev û ji ber vê jî rêbazên wan nû nû pêş dikevin.
 
‘Em hewl didin cureyên piştevaniyê pêş bixînin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku di çarçoveya derfetan de tedbîrên ku zanist pêşniyar dikin digirin û hewl didin bibin alîkar û piştevaniyê bihûnin. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên hewcedariya wan heye tên diyarkirin. Carna daxwazên wan aborî jî ye. Heval, kesên derdorê yên di bin karantînayê de hene. Derfetên wan yên aborî tüne ne. Lê heta ji destê me tê em tora piştevaniyê dihûnin. Em bi rêveberiyên herêmî re di têkiliyê de ne. Em bi hevserokan re vîdeoyên biçûk dikşînin. Em hewl didin vê bi usluma xwe bikin.”
 
‘Em pêşniyarên STK’yan li ber çavan digirin’
 
Ayşeyê herwiha bi lêv kir ku ew saziyên civaka sivîl jî dişopînin û pêşniyarên wan jî li ber çavan digirin û got: “Li pêş me tecrubeyek tüne ye. Em bi pêkhatinê fêr dibin. Ewil me bi têkiliyên ji welatan re ev xurt kir. Niha me ava kiriye. Çawa vîrus li bajar hat dîtin, em ketin hewldnan. Ji navçeyan agahî tên ji me re. Bi taybet karker û kedkar serî li maseyên krîzê didin. Kesên karê xwe winda kirine û naxebitin gelek zêde ne. Kesên kal û pîr jî piştgiriyê dixwazin.”
 
‘Em hêviya xwe winda nekin’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku heta niha di mijara piştgiriyê de pirsgirêk nejiyane û wiha dawî lê anî: “Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Hêviya me ev e ku em ê pêvajoyê derbas bikin. Piştevanî û hêza yekbûnê dermanê herî girîne. Tenê divê em piştevanî û hêviya xwe têk nebin.”