Tulay Hatîmogullari: AKP’ê çavkaniyên aydê 82 mîlyonî pêşkêşî alîgirên xwe kir

  • 09:12 7 Nîsan 2020
  • Ramyarî
 
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Di pêvajoya vîrûsê de mûçeyê mamosteyên bi pere û bi hezaran kedkarî hat birîn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê Fona Betalî û Fona Hebûnê ji gel re bê veqetandin û got: “Hatinên Fonên Hebûnê li ku ne? AKP’ê çavkaniyê ku aydê 82 mîlyon kesî bû pêşkêşî alîgirên xwe kir.”
 
Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî tedbîr tên girtin. Yek ji tedbîrên sereke ev bû ku qadên cemawerî ji bikaranînê re bên girtin û bi vê re jî hejmara betalan zêde bû. Piştî ku ji bo perwerdeyê jî navber hat dayîn şûnde, mamosteyê bi pere jî betal man û mûçeyê wan hat birîn. Tevî bangan çareseriyek nehat dîtin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari der barê rewşa mamosteyên bê pere derketine destûrê de pêşnûme da Meclîsê û got çi bi Fona Betalî û Hebûnê hatiye. Tulayê rewşa kesên betal maye, nêzîkatiya hikûmetê û pêşniyarên çareseriyê nirxand.
 
‘Armanca me pereyê kesên li malê bê dayîn’
 
Tulayê destnîşan kir ku di îzolasyonê de divê hewcedarî jî bên cih û got divê kedkar û karker jî neçin ser kar. Tulayê wiha got: “Dewlet divê hewcedariyên karker û xizanan bîne cih. Yek ji aliyê herî mexdûr mamosteyên bi pere ne. Xuyaye ku dibistan heta dawiya salê nayên vekirin. Niha mûçeyên van mamosteyan nayê dayîn. Mamosteyên din jî dersên wan yên zêde nayên dayîn. Em vê qebûl nakin. Bêguman ji bo ev di rojevê de bimîne me bir Meclîsê. Armanca me ev e ku pereyê kesî neyê birîn û delwet van bi awayekî zelal bide.”
 
‘Hêrsa karê ya kapîtalîzmê şewb zêde kir’
 
Tulayê daxuyakirin ku ji bo 82 mîlyon kesî divê çavkanî bên bikaranîn û wekhev bê belavkirin û wiha berdewam kir: “Çavkaniya ku ji pakêtên ku desthilatdariyê aşkera kiriye re hatiye veqetandin pir biçûk e. Sedema sereke ya belavbûna vîrusê jî hêrsa karê ya kapîtalîzmê ye. Di pakêtên ku ji serokomar aşkera kiriye de ji şîrketên alîgirê wê tiştek derneketiye. Kêmkirina krediyên avahiyan û bîletên balafiran jî trajîkomîk e.”
 
‘Çavkanî Fona Betaliyê ye’
 
Tulayê di berdewamiyê de wiha got: “Bi gotinên ‘li malê bin’, ‘OHAL'a xwe ava bikin’ pirsgirêk nayê çareserkirin. Gelo wê çawa OHAL’a xwe ava bike? We çûyîna kar jî ferz kiriye. Dewlet dibêje çavkanî tune û pereyê di Fona Betaliyê ya DÎSK’ê de kom bûye nîşan dide. Vê hikûmetê ji Fona Betaliyê bigire heta gelek çavkaniyên din wêran kiriye. Divê mûçeyê mamosteyên bi pere bê dayîn û prîmên sîgorteyê bên dayîn. Ev ne sedeqe ye. Em çavkaniyên cemawerî yên welatiyan e. Di reşweke wisa zehmet de gelek xwezayî ye ku ev çavkanî bên bikaranîn.”
 
‘Tehemula wan ji piştevaniyê re tune ye’
 
Tulayê bi lêv kir ku desthilatdarî dixwaze piştevaniyên li herêmî û xebatên şaredariyê asteng bike û wiha bi lêv kir: “Hikûmet li pey ranta siyasî baz dide. Bi feraseta yekparêz dixwaze pêşî li vê bigire. Biryara HDP’ê ye ku van torên piştevaniyê ava bike û pêş bixîne. Lê mixabin tu tehemula desthilatdariyê li dijî xizmeta ji bo gel û tora piştevaniyê tune. Di pêvajoya vîrusê de mirov ketine derdê canê xwe, AKP jî li pey siyasetê ye. 
Dema em rexneyê dikin jî, parastina ‘hun siyasetê dikin’ dikin.”
 
‘Divê aqûbeta fonan bê aşkerakirin’
 
Tulayê balkişand ser aqûbeta fon û bacan û got nezelaliyek heye û got: “Bacên erdhêjê hatin komkirin ku ji bo rojên teng bê bikaranîn. Ji bo kesên di 15’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan fon hatin avakirin û dîsa kampanya kirin û pereyên cidî kom kirin. Wê ew pere ji bo kê bên dayîn? Tevî ku muxalefet dipirse jî tiştek negotin. Divê aqûbeta fonan bê aşkerakirin."
 
‘Divê em piştevanî û rêxistinbûna xwe xurt bikin’
 
Tulayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji parastina hevsengiya ekolojiyê bigire heta teşeyê rêveberiyeke adîlane û wekhev, dem dema rêxistinbûn û têkoşînê ye. Ev desthilatdariyên ceberut ji tenduristiya gel re bi zirar in. Divê em li aliyekî li dijî koronayê xwe biparêzin û li aliyê din jî rêxistinbûna xwe xurt bikin. Dem dema vê ye. Divê em piştevanî ji her alî bigirin dest. Em HDP amade ne ku peywira xwe bînin cih.”